• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Hesekê teqîneke bihêz çê bû

Li Hesekê teqîneke bihêz çê bû
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqîneke bihêz çê bû û li gor zanyariyan di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê li parêzgeha Hesekê ragihand ku demjimêr 08:00ê êvara Çarşemê, hejmarek ji teqînan li nav embareke çekan li Taxa Mişêrfa ya nav bajarê Hesekê çê bûn.


Peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fettah ji Hesekê ragihand ku li gor zanyariyên destpêkê ew teqîn ji ber bilindbûna pileya germayê çê bûye ku ew bajarê Rojava di heyama çend rojên derbasbûyî de yek ji germtirîn bajarên cîhanê bû.

Herwiha peyamnêra Rûdawê aşkere kir ku ew navenda teqîn lê çê bû, dûr e ji navendên niştecihbûnê bi vî awayî di encama teqînê de ziyan negihiştiye xelkê sivîl.

Lêbelê peyamnêra Rûdawê tekez kir ku di encama teqînê de 8 endamên Hêzên Sûriya Demokratîk birîndar bûne û li nexweşxaneyên serbazî yên li Hesekê tên dermankirin.

Heta piştî bêhtir ji demjimêrekê jî dengên teqînan dihate bihîstin, ku li nav embareke çekan a Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê çê bû.

Di encama wê teqînê de, agirekî mezin gurr bû û top, bobme û mayin li na embarê heta bêhtir ji demjimêrekê diteqiyan.


Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji wan 8 kesên birîndar bûne beşek li Nexweşxaneya Berevaniya Xweser in û hinek jî li Nexweşxaneya Mişrefa ne.

Heta niha sedema teqîna embara çekan a HSDê li nav bajarê Hesekê nehatiye naskirin.

Rudaw
Top