Îmad Teha Mezûrî, endamê Bazneya Guftûgoyê: Çawa ku em di vêxistina wê de ne par bûn, pişrast bin bi helwest û daxuyaniyên me jî ev şer nasekine
Îmad Teha Mezûrî, endamê Bazneya Guftûgoyê: Çawa ku em di vêxistina wê de ne par bûn, pişrast bin bi helwest û daxuyaniyên me jî ev şer nasekine
Îmad Teha Mezûrî, endamê Bazneya Guftûgoyê û endamê Beşa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, her wiha pispor û şarezayê têkiliyên navbera ol û neteweyên cuda û têkiliyên navbera hêzên siyasî yên Kurdistan û Iraqê ye. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de bi navê (Kurdistan di nav bahoza şerekî nexwestî de), bi vî awayî dîtin û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin:
"Ev şerê pîs û nexwestî yê ku nêzîk e hişk û ter bi hev re bişewitîne، bandorên wî yên neyînî gihîştine Herêma Kurdistanê jî. Rojane bi roketên balîstîk ên Îranê û mûşek û dironên xwekuj ên milîsên Iraqê, em dibin armanc û êrîş têne ser me. Di demekê de ku ji nêz û dûr ve Herêma Kurdistanê ne parçeyek ji vî şerî ye و nabe parçe ji vî şerê wêranker jî. Çawa ku em di vêxistina wî de ne par bûn, pişrast bin bi helwest û daxuyaniyên me jî ev şer nasekine.
Ji ber wê, ji bo ku em rastiya Herêma Kurdistanê wekî ku heye bixwînin، divê hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê bi cudahiya netewe û olên xwe ve, ji wê xalê ve rawestin ku Herêma Kurdistanê bêyî daxwaza xwe wekî keştiyekê ketiye nav bahoza deryayeke şer. Bêyî veşartin, ji bilî Îranê ku aliyekî sereke yê vî şerî ye، di nav Iraqê de jî hêzeke mezin a milîsên çekdar armanca wan ew e ku keştiya Herêma Kurdistanê di nav deryaya vî şerî de noq bikin. Li vir axaftina me ne li ser wê ye ku em di çi de hevdeng in û di çi de ji hev cuda ne، axaftina me ya niha li ser çarenûsa Herêma Kurdistanê ye, ku wekî keştiyekê di nav wê bahozê de bigihînin kenarê aram.
Di vê çarçoveyê de, heger em hemû ji wê xalê ve li rewşê binerin ku parastina Herêma Kurdistanê çarenûsa hevpar a me hemûyan e، hingê dijwarî çi qas mezin bin jî, dê li ber vîna gelê Kurdistanê çok bidin. Her wekî ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de vîna gelê Kurdistanê û hêza Pêşmergeyê Kurdistanê dijminek anî ser çokan û ew têk bir، ku hemû cîhanê bi neimkan didît. Lê bi vîna hêza Pêşmerge û rêberiya mentiqî ya Serok Barzanî, karîbû nexşerêyek ji bo têkbirina terorîstan bê danîn ku hemû cîhan piştgiriya wê bike.
Di rewşa niha ya vî şerê nexwestî de, mîna sala 2014an، ne tenê Herêma Kurdistanê, lê belê hemû Kurdistan di ber metirsî û herşeyeke pir mezin de ye. Di sala 2014an de mîna Şingalê، metirsî ket ser Kobanê jî، lê me dît ka çawa Cenabê Serok Barzanî ferman da ku hêza Pêşmerge biçe Kobanê û ew ji ketina destê terorîstan rizgar kir. Bi heman awayî, çend hefte beriya destpêkirina vî şerê nexwestî، Rojava ket ber metirsiya herş û dagirkirinê، lê dîsan me dît Cenabê Serok Barzanî hemû hewlên xwe yên dîplomatîk xebitandin û aramî ji bo Rojava vegerand.
Bandora rewşa aloz a niha ya herêma Rojhilata Navîn li ser doza Kurdistanê ji bo hemû parçeyan wekî hev e. Lê parastina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke destûrî ya naskirî li ser asta navdewletî، dibe navenda biryardanê ji bo parçeyên din jî. Her wekî ku beriya du mehan Hewlêr bû navenda biryarê ji bo Rojava، û me bi dengekî bilind li ser asta her çar parçeyan û revenda kurdistannî li derveyî welat dibist ku Hewlêr paytexta her çar parçeyên Kurdistanê ye.
Ji ber wê، Hewlêr wekî hîma û paytext ji bo Herêma Kurdistanê û navenda biryardanê ji bo parçeyên din، divê bibe pêşengiya helwesta neteweyî û nîştimanî ya me hemûyan.
Ji bo ku ev helwesta nîştimanî û neteweyî bibe vînek ji bo bergîrikirina ji helwesta bêalîbûna Herêma Kurdistanê di vî şerî de، divê em pir baş ji helwesta mentiqî ya Serok Barzanî fam bikin، ku her ji destpêka vî şerî ve ragihandiye: «Herêma Kurdistanê ne parçeyek ji vî şerî ye û nabe parçe ji vî şerî jî». Ev tê wê wateyê ku divê em hemû bi wan rêyên cuda yên gengaz ên di dest de ne، bergîriyê di helwesta bêalîbûna Herêma Kurdistanê de bikin. Lê ew vîna ku milê vê bergîriyê bi hêz dike، hevdengî û havgotariya gelê Kurdistanê û yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê ye."
