Selahedîn…Nav karwaneke leşkerî ya Amerîkayê de teqînek pêkhat
Vê derbarê de tora medyayî ya Elmeyadîn belav kir, ew teqîn şeva borî û li navçeya Mekîşîfe ya li parêzgeha Selahedînê di karwaneke otomobîlên leşkerî û lojîstîk a Amerîkayê de pêkhatiye.
Heta naha derbarê ziyanên canî yên wê teqînê de ti zanyariyek li berdest tine û gruba bi nave Berevaniya Ehabî Kehif berpiryartiya wê teqînê girtiye ser xwe.
Yekşema borî jî li başûrê Iraqê êrîşek li ser karwaneke leşkerî yê Amerîkayê pêkhat.
Basnews
