• Sunday, 08 February 2026
logo

Selahedîn…Nav karwaneke leşkerî ya Amerîkayê de teqînek pêkhat

Selahedîn…Nav karwaneke leşkerî ya Amerîkayê de teqînek pêkhat
Li gor zanyariyên çapemeniya Iraqê şeva borî, li ser rêya parêzgeha Selahedînê di karwaneke leşkerî ya Amerîkayê de teqînek pêkhatiye.

Vê derbarê de tora medyayî ya Elmeyadîn belav kir, ew teqîn şeva borî û li navçeya Mekîşîfe ya li parêzgeha Selahedînê di karwaneke otomobîlên leşkerî û lojîstîk a Amerîkayê de pêkhatiye.

Heta naha derbarê ziyanên canî yên wê teqînê de ti zanyariyek li berdest tine û gruba bi nave Berevaniya Ehabî Kehif berpiryartiya wê teqînê girtiye ser xwe.

Yekşema borî jî li başûrê Iraqê êrîşek li ser karwaneke leşkerî yê Amerîkayê pêkhat.

Basnews
Top