• Sunday, 08 February 2026
logo

Şîrovekarê Amerîkî: Kurd bi yekgirtinê dikarin zehmetiyan derbas bikin

Şîrovekarê Amerîkî: Kurd bi yekgirtinê dikarin zehmetiyan derbas bikin
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) du partiyên serekî yên Herêma Kurdistanê ne û her dema ku herdû alî hevgirtî bin, karîne beşekî mezin ji pirsgirêkan çarser bikin. Şirovekarê siyasî yê Amerîkî Michael Knight di gotarekê de derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de dibêje Kurdan nîşan daye, ji wan deman ve, ku tê de yek bûn, dikarin hemû corên zehmetiya derbas bikin.

Şirovekarê siyasî yê Amerîkî Michael Knights di gotarekê de, derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û bandora pêwendiyên navxweyî û bi taybetî yên PDKê û YNKê, dibêje ku di deh salên borî de, Herêma Kurdistanê, gelek krîz dîtin, ji wan jî birrîna mûçe, êrîşa DAIŞê li ser Hewlêrê, daketina nirxê petrolê û şerê çekdarî ligel hikûmeta Iraqê li ser Kerkûkê.

Michael Knights dibêje: “Îro mirov hest dike rewş cuda ye, û ji krîzên berê xirabtir e. Petaya koronayê li holê ye, nirxê petrolê li Iraqê û li herêmê bipaş ketiye, girjî ligel Tirkiye û Îranê heye, herwiha bêzariyeke veşartî li dijî Kurdan li nav parlementerên Bexdayê dirust bûye.”

Ew şirovekarê siyasî yê Amerîkî, di gotara xwe de, fokus daniye ser bandora pêwendiyên PDK û YNKê û nivîsiye: “Tiştê ku hiştiye dema niha metirsîdar be, nêzîkbûna hilweşandina hevkariya navbera Partiya PDK û YNKê ye. Kurdên Iraqê nîşan daye, di wê dema ku tê de yek bûn, dikarin hemû corên zehmetiyan derbas bikin. Dema ew herdu alî bi çakî kar ligel hev dikin, hevbeşên navdewletî yên Herêma Kurdistanê piştgiriyên bibandortir pêşkêş dikin. Bi berevajî wê yekê, dema hevbeşekî hevguncaw nabînin, ji bo serederiyê ligel Herêma Kurdistanê, bipaşve vedikişin. Bîreweriya Civaka Navdewletî, derbarê şerê navxweyî yê salên notiyan, doza Kurdî di salên duhezariyan de, lawaz û binkol kiriye. Ew jî di demekê de ye, ku mezintirîn derfeta otonomiyê hate ber wan.

Michael Knights, di gotara xwe de, bêhtirîn peyv ji bo behskirina pêwendiyên navbera PDK û YNKê bikar anîne û dibêje: “Ji her tiştî girîngtir, pêwîst e PDK û YNKê ber bi arasteya hêwirkirinê ve bêne birin, bi awayekî ku Herêm bi yek dengê hevaheng, li Bexda û li nav hevbeşên navdewletî biaxive. Ew jî, karekî bingehîn e, ku bandora wê yekê li ser hemû mijarên din heye. Pêwendiyên neyarane yên navbera wan herdu hizban, hemû wan tiştan lawaz û binkol dikin, ku berê, li Herêma Kurdistanê, hewl jê re hatibû dan. Hevdem ji bo hevbeş û weberhênerên derekî jî, nabe hander. Dibe ku bibe sedema rûbirûbûna çekdarî di navbera wan de û dandora wê li ser hinek pîşesazî û veguhastina petrolê û krîza ewlehî hebe.

Di gotara Knights de destnîşan dike ku “Tiştek nîne ku bi sedema nakokiya navbera PDK û YNKê, bi çakî û li gorî pêwîst bê encamdan, her ji weberanîna petrolê û gazê bigire, heta digihêje berengarbûna terorê û petaya Covid û gotûbêjên ligel Bexdayê.”

Di beşeke din a gotara xwe de Knights amaje dike ku PDK û YNK dikarin bi hêsanî li hev bên û dibêje: “Ligel wê yekê jî, pêwîst e Amerîka û hevpeymanên corbicor pêşîneyê bidin wan hewlan, ku serkirdeyên bihêz û biryarder di rojekê de datînin ji bo ku bikaribin nizimtirîn asta hevkariyê bibînin û ji wê derê, dest bi diyalogê bikin, êdî ne girîng e ew kar çiqasî zehmet e, di destpêkê de.

Rudaw
Top