Pêşewa Hewramanî: Ev çi cure perwerdeyeke ewqas bê exlaqe ku vê wêneyê qebul nake
Pêşewa Hewramanî di hejmara xwe ya fermî ya Facebookê de wêneyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî belav kiriye û ragehandiye: "Cudahî tam jî ev ku birêz Mesrûr serê zarokên Şehîd maç dike û we jî eqîd Hewkar Caf û Lane û Amanc teror kir.”
Amaje bi wê jî daye: "Ev çi perwerdeyeke ewqas bê exlaqe ku ev wêneye nayê qebûlkirin ku cenabê Serokwezîr wek erka xwe dema ku dron û mûşek li ser esmanê Hewlêrê ye biçe serxwaşiya Pêşmergeyekî serbilind û hevjîna wî ku bi xedir hatin şehîd kirin, lê di kanalên we yên pîs û pûç de êrîşî wî bikin û lome bikin.”
Herwaha dibêje: "Ger perweda te teror û zarok kuştin bû, qelse ku Mesrûr Barzanî zarokekî Şehîdekî hembê bike, cudahî tam jî eve ku birêz Mesrûr serê zarokeke şehîd maç dike û we jî eqîd Hewkar Caf û Lane û Amanc li ber çavên zarokên wan teror kir.”
Hewramanî aşkera jî kiriye: "Rêbaz û rêya Barzan dilovaniye û dest maç kirina destê dayîka şehîd û maç kirina serê zaroka şehîdane, rê û rêbaza we jî heb û kuştin û terore û heta hetayê serê we li jêre li hember şehîdên vê axê.”
Basnews
