Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan rewşa giştî ya herêmê gotûbêj kirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir û pê re rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê û hewlên rûbirûbûna êrîş û xeteriyên li ser Kurdistanê û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê nîqaş kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 09.04.2026, pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Kevin Lambert kir.
Di wê hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê û bizavên rûbirûbûna êrîş û xeteriyên li ser Kurdistanê û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê hatin nîqaşkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasî û rêz û hurmetên Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û hevkariya Hêzên Hevpeymanan tekez kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê tekez li ser berdewambûna piştgiriyê ji bo Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlehî û tenahiyê û rûbirûbûna qebxwaziyan kir.
Basnews
