• Sunday, 08 February 2026
logo

Serkonsulê Tirkiyê li ser dema vekişîna ji Başûrê Kurdistanê axivî

Serkonsulê Tirkiyê li ser dema vekişîna ji Başûrê Kurdistanê axivî
Serkonsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê, Hakan Karaçay di bersiva pirsên Rûdawê de ragihand, heta ku gefa terorê li ser Tirkiyê berdewam be, operasyonên wan ên li Başûrê Kurdistanê li dijî PKKê dê berdewam bin.

Hakan Karaçay îro bi boneya 4mîn salvegera hewla sernekevtî ya darbeya li Tirkiyê ku weke darbeya 15ê Tîrmehê tê naskirin, li avahiya Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê konferanseke rojnamevanî lidar xist.

Karaçay di vê konferansa rojnamevanî de, Cemaeta Fethullah Gulen weke aliyê bikeyê darbeya 15ê Tîrmehê bi nav kir û got, Guleniyan çavkaniyên dewletê bo berjewendiya xwe bikar anîn.

Bi gotina Karaçay, tevî ku 4 sal di ser darbeya 15ê Tîrmehê re derbas bûne, lê karîgeriyên wê hêj li Tirkiyê mane.

Serkonsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê di heman konferansa rojnamevanî de û piştî axavtina li ser darbeyê, bersiva pirsên Rûdawê yên derbarê operasyona Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê, zirargihîştina bi sivîlan di encama wan operasyonan de û herwiha dema vekişandina hêzên Tirkiyê ji nav axa Başûrê Kurdistanê de da.

Hakan Karaçay têkildarî operayonên wê dawiyê yên welatê xwe yên di nav axa Herêma Kurdistanê de ragihand, operasyona wan tenê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û gefên terorê ye.

Karaçay got: “Gefa terorê heye. Tirkiye wan operasyonan nake ji bo ku zirarê bigihîne birayên me yên Kurd û zirarê bigihîne sivîlan. Ev operasyon tenê ji bo dijatîkirina PKKê û baskên wê ye. Divê ew yek were zanîn.”

Têkildarî zirarên ku di encama operasyonan de gihîştine welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê jî, Serkonsulê Tirkiyê da xuyakirin, ku hêzên wan gelek baldar in ji bo ku zirar negihîje ti kesî û diyar kir, “hinek caran me operasmyonên xwe rawestandine, daku zirar negihîje sivîlan.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Karaçay, ji ber zirarên ku digihin sivîlan, PKK weke sedem nîşan da û da xuyakirin, “ev taktîka rêxistina terorîstî ye, ew cihên ku sivîl lê ne, roket û bombeyan araste dike.”

Serkonsulê Tirkiyê li ser pirsa “gelo we gotibû 37 bingehên we yên serbazî li Başûrê Kurdistanê hene, hûn dê wan bingehan kengê vekişînin”, got, ta ku gef li ser Tirkiyê hebe, operasyonên wan dê berdewam bin.

Hakan Karaçay destnîşan kir, “heya pirsgirêk berdewam be, em bi mafê xwe dizanin ku berevaniyê li welatê xwe bikin.”

Karaçay daxwaza çareserkirina pirsa hebûna PKKê li navçeyên sînorî kir û got: “Hêviya me ev e ku hebûna rêxistina terorîstî li vê navçeyê bi dawî bibe, pêwîst e herî zû kêşeya wê rêxistina terorîstî were çareserkirin.”

Artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîranê ve operasyona Çengê Bazê û ji 17ê Tîrmehê ve operasyona Çengê Piling di nav axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Tirkiye dibêje, ew operasyon li dijî PKKê hatine destpêkirin.

Ji dema destpêka wan operasyonan ve heta niha artêşa Tirkiyê bingehên xwe yên serbazî li 12 cihên stratecîk ên sînorê qezaya Zaxoyê danîne.

Li aliyekê din Serokomariya Tirkiyê roja 6ê Tîrmehê nexşeyeke xal û pêgehên serbazî yên wî welatî li nav axa Herêma Kurdistanê û bakurê Iraqê belav kiribû. Di nexeşeyê de hatibû diyarkirin, ku 37 binkeyên serbazî yên Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê û bakurê Iraqê hene.

Tirkiye roj bi roj hewl dide bêtir derbasî nav sînorê Herêma Kurdistanê bibe.

Bi gotina berpirsên xwecihî yên parêzgeha Duhokê, eger operasyona artêşa Tirkiyê li deverê berdewam bike, metirsî heye ku bi dehan gundên sînorî yên li herdu qezayên Zaxo û Amêdiyê bêne valakirin.

Rudaw
Top