Şêx Saîr Elbeyatî, Sekreterê Giştî yê Bereya Rizgariya Iraqê bo Azadî û Aşitiyê: Dîroka xebata Kurd ezmûneke bêhempa û şarezayiyeke bilind daye serkirdayetiya Herêmê di birêvebirina krîz û nakokiyên aloz de li Iraqê û herêmê
Şêx Saîr Elbeyatî, Sekreterê Giştî yê Bereya Rizgariya Iraqê bo Azadî û Aşitiyê: Dîroka xebata Kurd ezmûneke bêhempa û şarezayiyeke bilind daye serkirdayetiya Herêmê di birêvebirina krîz û nakokiyên aloz de li Iraqê û herêmê
Şêx Saîr Elbeyatî, Sekreterê Giştî yê Bereya Rizgariya Iraqê bo Azadî û Aşitiyê (جبهة الخلاص العراقي للحریة والسلام)، yek ji wan siyasetmedaran e ku bi tundî rexne li siyaseta niha ya hukûmeta Iraqê dike ku rê li ber avakirina herêmên federal ji bo parêzgehên Sunne digire. Di gotûbêja vê carê ya "Bazneya Gotûbêjê" de (Kurdistan di nav aloziya şerekî nexwestî de), bi vî rengî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Di destpêka axaftina xwe de, dixwazim spasiya xwe ya kûr pêşkêşî vê vexwendina Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikim, ku ev derfet ji bo min çêkir ez di vê civîna bi heybet de û di nav vê elîta mamoste û kesayetên diyar ên Iraqê û wan kesayetên niştimanî yên ku em pê serbilind in, amade bim. Her wiha, bi dilekî tijî xem û kovan, sersaxiyê ji malbatên şehîdên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê re dixwazim, ku bûn qurbaniya êrîşên xayînane û mebestdar; ew xwîna bêguneh a ku bê hincet hat rijandin û tenê bûn qurbaniya temahkariya hêzên derveyî û nakokiyên wan.
Ez îro, ji ber hezkirina xwe ya rastîn bo Herêma Kurdistanê û gelê Kurd, xwe neçar dibînim ku bi zelalî biaxivim, ku dibe ku hinekî tund xuya bike, lê pêwîst e. Li vir rê bidin min ku çend pirsên cewherî deynim pêş çavan ku pêwîstiya wan bi bersivên stratejîk heye: Pênaseya hûr a Kurdistanê di hişmendiya siyasî ya îro de çi ye? Gelo em behsa Herêmê bi sînorên wê yên destûrî yên niha dikin, an mebesta me konseptê dîrokî yê Kurdistana Mezin e?
Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de hat avakirin, biryar bû li gorî wê dîtinê herêmên din jî li pey wê bên da ku hevsengiya hêzê were parastin, lê astengiyên li pêşiya çêbûna wan herêman pirsgirêkeke mezin çêkir, bi vî rengî Herêmê xwe di rûbirûbûneke rasterast de dît ligel navendgeriyeke tevlihev li Bexdayê ku hewl dide biryarê ji bo xwe qorx bike (înhîsar bike).
Ew pirsa ku herî zêde tê dubarekirin û xwe ferz dike ew e ku Kurd îro çi dixwazin? Ew baca ku amade ne bidin di beranberî bidestxistina wê daxwazê de çi ye? Binemaya zêrîn di siyaseta navdewletî de tekez dike ku mirov nikare destkeftiyan bi dest bixe bêyî pêşkêşkirina pabendiyên dualî, ji ber ku hevkêşe her dem li ser bingeha "wergirtin û dayînê" ye.
Kelepora xebata Kurd ku zêdetirî heft dehsalan ajotiye, ezmûneke bêhempa û şarezayiyeke bilind daye serkirdayetiya Herêmê di birêvebirina krîz û nakokiyên aloz de li Iraqê û herêmê. Digel vê yekê, em dibînin ku her gaveke serkeftinê an geşepêdanê ku Herêm dihavêje, rûbirûyî hewlên bêhêvî dibe ji bo rêgirtin li vê pêşkeftinê, ji ber ku mînaka serkeftinê li Kurdistanê ji aliyê hinek kesan ve wekî çavkaniya herêşeyê (tehdîdê) bo ser berjewendiyên wan ên aborî, siyasî û ewlehî tê dîtin.
Pêwîst e em realîst bin, di cîhana me ya nûjen de "dewleta fezîletê" an ezmûneke bê kêmasî tune ye, Herêm jî wekî pergalên siyasî yên din ên cîhanê, di nav pirsgirêk û astengiyan de derbas dibe, ji ber ku destkeftî di şev û rojekê de nayên bidestxistin, belku pêvajoyeke avakirinê û qonax bi qonax e bo gihîştina qonaxa tekûziyê. Em îro li ber kêliyek dîrokî ne ku pêwîstiya wê bi vekolîneke giştgîr heye bo dîtin û armancan, da ku paşerojeke biîstîkrar û geş bo hemû pêkhateyan were mîsogerkirin.
Derbarê şiyana Herêma Kurdistanê bo gihîştina bi qonaxa tekûziya siyasî û saziyî di bin siha nebûna pênaseyeke yekgirtî û komker bo nasnameya Kurdî ya nûjen de, pirsek dertê: Gelo dîtina siyasî ya partî û hêzan li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê di çarçoveya berjewendiyên herêmî yên teng de ye, an berfireh dibe da ku daxwazên Kurdan wekî netewe bi giştî bigre nav xwe? "Nifrina cografyayê" û talaniya dîrokê ku di rêya peymana (Sykes-Picot) de hat çespandin, bû sedema perçebûna Kurdan di navbera çar dewletan de, vê yekê rastiyeke jeopolîtîk a aloz afirandiye. Li vir dîsa pirseke din derdikeve ku heta niha bersiveke qanîker jê re nehatiye dîtin: Gelo aktora navdewletî ya îro daxwaz an şiyana wê heye ku careke din nexşeya herêmê bikişîne û parçeyan ji dewletan qut bike bo damezirandina dewleteke neteweyî? Ev kêşeya çarenûssaz pêwîstî bi dîtineke realîst heye ku ji xewn û xeyalan derbas bibe.
Li ser asta serkirdayetiyê, nayê înkarkirin ku birêz Mesûd Barzanî xwedî karîzmayeke bêhempa û ezmûneke siyasî ye ku ji hevtayên xwe yên li qada Iraqê bilindtir e, lê pirsa herdemî ew e: Gelo birêz Barzanî dikare bi tenê serokatiya vê rêya dijwar bike û Kurd û pêkhateyên din ên Iraqê bigihîne kenera aramiyê? Pêwîst e vekolîn li ser rêڕewa proseya siyasî ya ku ji kongreya (Selahedîn 1)* dest pê kiribû were kirin û (Selahedîn 2)** were darêştin, bi mebesta rastkirina rêyên xwarbûyî û dubare rêkxistina qiblenumeya şeraketa niştimanî.
Rêya herî guncaw û biîstîkrar bo qeyranên Iraqê di cîbicîkirina rastîn a destûrê de ye, û her weha di çalakkirina pergala federalî bi wateya wê ya rastîn û temamkirina yasayên rawestiyayî de ye. Bêyî vê, îstîkrar bo tu aliyekî pêknahê. Lewma pêwîst e bi cidî bîr li pêkanîna herêmên din li Iraqê were kirin, li ser bingeha medenî û geşepêdanê, ne ku taîfî, ku bibe neynika cihêrengiya civakî li parêzgehên wekî Mûsil, Kerkûk, Besra, Diyala û Bexdayê, bi awayekî ku dabeşkirina desthilat û samanê bi dadperwerî mîsoger bike û yekparçeyiya Iraqê di çarçoveya piralîbûneke pêşkeftî de biparêze.
Di dîmena nûjen a Iraqê de, pirsgirêkeke destûrî û yasayî ya gelek aloz derdikeve ku peywendiya wê bi pênasekirina paytext "Bexda"yê ve heye, ji ber ku pirs di civînên siyaset û yasayê de bi darvekirî maye: Bexda çi ye û nûnertiya kê dike? Gelo li gorî sînorên wê yên îdarî yên giştgîr tê dîtin, an bi sînorê wê yê şaredariyê yê teng? Ji vê pirsê jî çendîn fikar derbarê çarenûsa paytext dertên, heger baregeha hukûmeta federal bo derveyî "Herêma Kesk" (Green Zone) were veguhestin, gelo Bexda dê her di bin taybetmendiyeke destûrî de bimîne ku rê li ber federalbûna wê bigire, an wekî parêzgehên din dikeve bin yasaya herêman? Ev pirs ne tenê bo derbaskirina wextî ne, belku kêşeyên bingehîn in ku li benda bersiva yekalîker in di nav dilê destûrê û wan yasayên ku heta niha nehatine temamkirin, ku nebûna wan bûye sedem ku dewlet di rewşeke serlêşêwayî ya îdarî û siyasî de bimîne.
Li ser asta guherînên civakî, em dibînin ku pêkhateya Erebên Sunne li Iraqê di qonaxeke dijwar de derbas bûye. Piştî çendîn dehsalên girêdayîbûna îdeolojîk bi kêşeyên "Neteweya Ereb" û "Kêşeya Filîstînê" ve ku tevî pîroziya wan, bo navxweya Sunneyan ji bilî qeyran û karesatên siyasî tiştekî din neanîn, ku bêguman ev rewş siyaseta rejîmên berê bi ser wan de sepandibû û ne nîşana daxwazên rastîn ên cemawer bûn. Erebên Sunne ku di destpêka proseya siyasî de li pêşiya neyarên destûr û pergala federalî bûn, îro guherînekî rîşeyi di hişmendiya wan a siyasî de çêbûye. Îro baweriya wan bi pêwîstiya "Federalîzmê" heye wekî bijarteyeke stratejîk bo parastina hebûn û mafên wan, ev guherîn nîşana gihîştina hişmendiyê ye di têgihîştina xwezaya dewleta Iraqê de ku di bingeh de tenê li ser stûnên piralîbûnê hatiye avakirin, lê ew piralîbûn hatibû paşguhkirin.
Bi vegera bo reh û rîşalên damezirandinê di sala 1919an de û li gorî rênimayên "Miss Bell", em dibînin ku dewleta Iraqê li ser milê Erebên Sunne û Kurdan û bi beşdariya çalak a pêkhateyên Cihû û Krîstiyan, ligel amadebûneke rûkî ya Şîeyan di hukûmeta yekem de hat damezirandin. Ji wê demê ve "Kêşeya Kurd" her ji serdema padîşahiyê ve ligel navendgeriya Bexdayê di nakokiyeke berdewam de ye, piştre di komara Ebdulkerîm Qasim û vegera Mela Mistafa Barzanî de, paşê serdemên Ebdulselam Arif û gihîştina bi peymana otonomiyê di sala 1970an de di serdema Beis de. Tevî hemû wan hewlan, peywendî bi alozî ma, ev yek me dixe ber pirseke çarenûssaz: Gelo qederê wiha li ser Iraqiyan nivîsandiye ku di nav gîjava nakokiya ligel navendê de berdewam bin?
Pirsa herî giring ku îro rûbirûyî Herêma Kurdistanê dibe ew e: Ewlehiya rastîn a Herêmê li ku derê ye? Gelo di destê "Asayîş"ê de ye li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê, an ewlehiya stratejîk a Herêmê ji îstîkrara Bexdayê dest pê dike? Rastî nîşan dide ku neyarê rastîn ê îstîkrarê, çi bo Kurdan û çi bo hemû Iraqiyan, di nav kolanên desthilatê de ye li Bexdayê, ku proseya siyasî tê de li gorî hevkêşeyeke tevlihev bi rêve diçe ku wekî "zewaca demkî" an lihevkirina berjewendiyên pragmatîk di navbera her du hêzên Amerîkî û Îranî de hatiye wesfkirin. Her vê hevkêşeyê hukûmetên li pey hev ji sala 2003an ve heta niha pêk anîne û çarçoveya yasayên niha sepandiye.
Ligel vê yekê jî, em nikarin çavên xwe ji hatina faktorên navdewletî yên nû bigirin. Em di qonaxeke dîrokî ya yekalîker de dijîn, bi awayekî ku cîhana "piştî 7ê Cotmehê" di hevsengî û dînamîkiya xwe de bi temamî ji cîhana berî wê dîrokê cuda ye. Guherîn bêguman tê, pirsa cewherî jî ew e: Çawa elîta siyasî ya vê welatî vê guherîna cîhanî bixwîne? Çawa dikare hevkêşeya navxweyî dubare were darêştin bi awayekî ku mafê pêkhateyan mîsoger bike û dewleteke federal a rastîn li ser bingeha destûrê damezirîne?
Rê bidin min ez têbîniyeke din zêde bikim, ku dibe ku hinek kes nehesibînin, ew jî ew e ku welatên cîhanê di peywendiyên xwe yên jeopolîtîk de ne "komeleyên xêrxwaziyê" ne ku ji ber hest an prensîbên mûcered diyarî pêşkêş bikin, belku ew qewareyên pragmatîk in û tenê li gorî lojîka berjewendiyên hevbeş dilerizin. Hevkêşeya navdewletî li ser pirseke navendî disakine: Tu çi pêşkêşî min dikî di beranberî wê tiştê ku tu ji min dixwazî? Ev rastî divê bibe kevirê bingehîn di her ramana stratejîk de ku hewl dide rastiya Kurdan fam bike û nexşerêya paşeroja wan darêje bo derketin ji qeyranên niha.
Di vê rûniştinê de, li şûna wan pirs û pêşniyarên ku di medyayê de tên kirin û pir caran rûkî ne, ez pêşniyara pêkanîna du komîsyonên pispor dikim ku wekî piştgiriyeke lêkolînî û şêwirî bo biryarderên Herêma Kurdistanê kar bikin:
Yekem: Komîsyona bihêzkirina eniya navxweyî; ku ji elîteke şarezayên siyasetên navxweyî û civakî pêk tê û erka wan vekolîna wan pirsgirêkên bingehîn e ku rûbirûyî civaka Kurdistanê dibin, her wiha pêşkêşkirina pêşniyarên kiryarî bo hukûmetê bo bihêzkirina tebayiya niştimanî û mîsogerkirina îstîkrara civakî wekî stûneke sereke bo her projeyeke siyasî.
Duwem: Komîsyona lêkolînên stratejîk û peywendiyên navdewletî; ku elîteke ji şarezayên siyaseta navdewletî û herêmî di nav xwe de digire, erka wan çavdêriya guherînên mezin ên herêmê û cîhanê ye, û darêştina dîtina pêşwext bo çawaniya pêgeha Herêmê di nav hawîrdoreke tijî alozî de.
Pêwîstiya me ya mezin bi veguhestinê heye ji "gotara medyayî" bo "dîtina stratejîk" ku cewherê guherînên cîhanî hîs bike û çareseriyên guncaw bo cîbicîkirinê deyne, ku mayîna Herêma Kurdistanê wekî lîstikvanekî bi bandor û bihêz di nav pêlên guherînên bilez ên navdewletî de mîsoger bike.
* Kongreya Selahedîn 1: Mebest kongreya opozîsyona Iraqê ye li havîngeha Pîrmam.
* Pêwîstiya bo Kongreya Selahedîn 2: Mebest ew e ku dubare nexşerê bo cîbicîkirina federalîzmê were darêştin.*
