Rojhilat - Mamostaya zimanê kurdî Zara Mihemedî bi 10 sal zîndan hat mehkûmkirin
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, dadgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 10 sal sizayê girtinê da çalakvana kurd û mamostaya zimanê kurdî Zara Mihemedî.
Li gorî agahiyan, dadgehê duh hukma xwe ya derbarê Zara Mihemedî de aşkere kiriye û haya Zara jê çêbûye. Heta niha nayê zanîn Zara dê kengê vegere girtîgehê.
Zara Mihemedî seroka Encumena Çandî-Civakî ya Nûjîn e û roja 23 meha Gulana 2019 di mala bavê xwe de li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin.
Roja 02-12-2019 Zara Mihemedî bi danîna 700 milyon tûmenî bi awayekê demkî û heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.
Basnews
