• Sunday, 08 February 2026
logo

Rojhilat - Mamostaya zimanê kurdî Zara Mihemedî bi 10 sal zîndan hat mehkûmkirin

Rojhilat - Mamostaya zimanê kurdî Zara Mihemedî bi 10 sal zîndan hat mehkûmkirin
Mamostaya Zimanê Kurdî û çalakavana sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê, Zara Mihemedî bi tometa hewldana bo têkdana asayişa netewî ya Îranê, bi 10 sal zîndan hat mehkûmkirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, dadgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 10 sal sizayê girtinê da çalakvana kurd û mamostaya zimanê kurdî Zara Mihemedî.

Li gorî agahiyan, dadgehê duh hukma xwe ya derbarê Zara Mihemedî de aşkere kiriye û haya Zara jê çêbûye. Heta niha nayê zanîn Zara dê kengê vegere girtîgehê.

Zara Mihemedî seroka Encumena Çandî-Civakî ya Nûjîn e û roja 23 meha Gulana 2019 di mala bavê xwe de li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin.

Roja 02-12-2019 Zara Mihemedî bi danîna 700 milyon tûmenî bi awayekê demkî û heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.

Basnews
Top