• Sunday, 08 February 2026
logo

4 sal in mij û dûmana li ser hewla derbeyê serbazî nehatiye rakirin

4 sal in mij û dûmana li ser hewla derbeyê serbazî nehatiye rakirin
Çar sal bi ser hewla derbeya serbazî ya 15'ê Tîrmehê re derbas dibe. Piştî derbeyê sîstema rêveberiya Tirkiyê ji parlamenteriyê bo serokomarî hat guhertin. ji ber guhertinê Yekîtiya Ewropa bi sedema ku Tirkiye ji demokrasî û mafên mirovan dûr ketiye danûstandinên endamiyê rawestandin. bi guhertinan re ji AK Partiyê dû partiyên nû derketin ku AK Partî bi dûrketina ji pîvanên damezrandinê tometbar dikin. Digel siyaseta tund ya hundir, siyaseta Tirkiyê li derve jî bi awayeke tund berdewam dike.

Çar sal bi ser hewla derbeya serbazî re derbas dibe. Sedhezaran kes hatin lêpirsînkirin, dehezaran kes hatin zîndankirin. lê hê jî mij û dûmanê li ser hewla derbeyê, nehatiye rakirin. Serokê Partiya dijbereya sereke Kemal Kiliçdaroglu dibêje, birpirsê siyasî yê derbeyê û Cemaeta Gulen Serokomar Erdogan e, ji ber vê heta niha tu berpirs dernexistine holê û derbe bo danîna sîstema takekesî bikar aniye.

Bi hewldana derbeyê re arasteya Tirkiyeyê guherî. Rewşa awarteya ku bo heyama sê mehan hatibû ragihandin, 2 sal berdewam kir û di dema rewşa awarte de referanduma guhertina sîstemê hat encamdan.

Bi guhertina sîstemê re, Yekîtiya Ewropa danûstandinên endamtiya li gel Tirkiyeyê rawestandin ku ji demokrasî û nirxên bingehîn dûr dikeve. Piştî derbeyê rêhevalên berê yên Erdogan jî, bi sedema guhertina sîstem û arasteyê, rêya xwe cudakirin.

Ehmed Davutoglu ku, bi fişarên Erdoganî bi kelogirî dest ji serokwezîrtî û serokatiya AK Partiyê berda, piştî çar salan partiyeke nû damezrand. dibêje, wî û Serokê MÎTê Hakan Fîdan derbarî derbekaran de agahî dane, lê Erdogan guh nedaye wan.

Her weha, Wezîrê Berê yê Aborîyê Elî Babacan, tevî hejmarek berpirsên bilindên berê yê AK Partî û Serokomarê berê Ebdula Gul partiyeke nû damezrandin. Li gor hin pispor û siyasetmedaran, hewldana derbeya serbazî, firsendeke mezin bû ku arasteya Tirkiyeyê bibe aştiya navxweyî û xurtkirina bingehên Demokrasiyê. Lê berovajî hewla derbeyê, ji bo guhertina sîstemê, bicîhkirina sîstema takekesî hatiye bikaranîn.

Bi derbeyê re her çend rola artêş û serbazan di siyasetê de hatiye kêmkirin jî, siyaseta Tirkiyeyê bi temamî li ser tundî û şerû kiryarên artêşê hate danîn. Li hundir operasyon bênavber berdewam dikin û piştî operasyonên liser Rojava û Başûrê Kurdistanê, destêwerdana Tirkiyê heta Lîbyayê dirêj bûye.

Her çend, bi hilbijartinan 31'ê Adara 2019'ê re, partiyên desthilatê AK Partî û MHP, bi siyaseta HDPê, gelek şaredariyên girîng ji dest dabin jî, jî fişarên li ser dijbereyan kêm nebûn ku heta niha qeyum li ser 47 şaredariyên HDPê hatine danîn û tevî Hevserokên Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hejmarek parlamenter çar sal in di zîndanê de ne.

K24
Top