• Wednesday, 15 April 2026
logo

Îranê, demjimêrek beriya bidawîbûna dema Trump, mercên Amerîkayê qebûl kirin

Îranê, demjimêrek beriya bidawîbûna dema Trump, mercên Amerîkayê qebûl kirin

Bi navbeynkariya Pakistanê, Amerîka û Îranê agirbest ragihandin û Îranê demjimêrek beriya bidawîbûna muhleta Trump, razîbûna xwe nîşan da. Îran bi 12 mercên Amerîkayê yên ji bo agirbestê razî bûye û 3 mercên din mane ku dê di nav du hefteyan de li ser wan danûstandin bên kirin.

Merc ev in:

 

1 - Îranê peymana hertimî daye ku êdî nebe xwediyê çeka atomî.

2 - Radestkirina uranyuma dewlemendkirî bo Ajansa Navdewletî ya Atomê.

3 - Destûrdayîna ajansê ji bo çavdêrîkirina hemû saziyên atomî.

4 - Rawestandina dewlemendkirina uranyumê bi yekcarî li navxweyê Îranê.

5 - Kêmkirina hilberîna mûşekên dûravêj.

6 - Îran dest ji piştgirîkirina komên milîtan li herêmê berde.

7 - Rawestandina êrîşên li ser saziyên enerjiyê yên li herêmê.

8 - Bêyî tu mercekî vekirina Tengava Hurmizê.

9 - Rakirina hemû cezayên li ser Îranê.

10 - Betalkirina mekanîzmaya sepandina cezayan.

11 - Amerîka dê piştgiriyê bide îstasyona atomî ya Bûşehrê, bi mercê ku di bin çavdêriya wê ya rasterast de be.

 

Basnews

Top