• Friday, 17 April 2026
logo

Cewher Elî Beg: Eger sîbera Serok Barzanî nebe, ji bo me wek Êzidî dê pir zehmet be ku em heta hefteyekê jî li vê deverê bi silametî bijîn

Cewher Elî Beg: Eger sîbera Serok Barzanî nebe, ji bo me wek Êzidî dê pir zehmet be ku em heta hefteyekê jî li vê deverê bi silametî bijîn

Cewher Elî Beg: Eger sîbera Serok Barzanî nebe, ji bo me wek Êzidî dê pir zehmet be ku em heta hefteyekê jî li vê deverê bi silametî bijîn

 

Mîr Cewher Elî Beg, yek ji kesayetên diyar ên Êzidiyan li Herêma Kurdistanê û Cîgirê Mîrê Êzidiyan e ji bo karûbarên têkiliyan. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Kurdistan di nav gێjawa şerekî nexwestî de), bi vî rengî dîtin û pêşniyarên xwe anîn ziman:

"Di destpêkê de, ez rêz û spasiyên xwe yên bێpayan pêşkêşî Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim, ji bo rexsandina vê guftûgoya astbilind û komkirina van hemû birêzan, da ku em li ser pirseke pir hestiyar û girîng biaxivin, ku ew jî rewşa Kurdistanê ye di nav gێjawa şerekî nexwestî de.

Îro ku em li vir civiyane, navçeya me û cîhan bi giştî li beramberî wergeriyaneke dîrokî û gerdeloleke siyasî ya mezin e. Hevrikiya navbera Îranê ji aliyekî ve û Amerîka û Îsraîlê ji aliyê din ve, ne tenê şerekî rûkeş û demkî ye, belku ev şerê hegemonya stratejîk û aborî ye. Qada vê hevrikiyê rasterast bandorê li ser jiyana Rojhilata Navîn û Kendavê dike. Amerîka bi armanca çespandina hejmoona xwe li ser çavkaniyên enerjiyê û rêyên aborî, dixwaze sînorekî ji bo bilindbûna aboriya neyarên xwe yên navdewletî mîna «Çînê» deyne û bi rêya dorpêç û zextan kontrola bazarên navçeyê bike. Di vê navberê de, Herêma Kurdistanê ji ber pêgeha xwe ya jeopolîtîk, ketiye nav cergê vê şerê mezin.

Di demeke weha hestiyar de ku ewlehiya neteweyî û qewara siyasî ya Herêma Kurdistanê li beramberî gefên curbicur e, erke kî dîrokî ketiye ser milê serkirdatiya siyasî ya Kurd. Li vir divê em amaje bi rola karîzmatîk û dîrokî ya Cenabê Serok Mesûd Barzanî bikin ku wek merceekî neteweyî, her dem bûye sedema komkirina dengên cuda. Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi wê yekê heye ku aliyên siyasî li dora maseya guftûgoya niştimanî kom bibin. Rewşa Kurdistanê gihîştiye qonaxeke pir metirsîdar û em rojane dibînin ku bi rêyên cuda şer bi me tê firotin û hewl tê dayîn ku aramiya Herêmê têk bidin. Pirs ew e: Heya kengî em dikarin li beramberî van hemû zext û şerên derûnî û ragihandinê sebra xwe bînin?

Ew şerê derûnî yê ku li dijî gelê Kurd tê kirin, armanca wê têkbirina îradeya kesê Kurd û çêkirina bêhêvîtiyê ye. Ji bo rûbirûbûna van pîlanên jî, divê di zûtirîn dem de hikûmeta nû ya Herêmê bê avakirin û saziyên me bihêz bibin. Peyama min ji bo hemû partiyan (çi PDK, çi YNK û çi hêzên din ên siyasî) ew e ku berjewendiya bilind a neteweyî bixin ser berjewendiyên teng ên partîtiyê. Bila ji bo xatirê vê niştimanê û wan hemû qurbaniyên mezin ên hatine dan, qurbaniyê bi çend kursiyan bidin. Me xwîna hezaran şehîdan daye; birînên Enfal, Kîmyabaran û jenosîda Şingalê hîn sax nebûne. Ev neheqî ye li hember xwîna şehîdan eger em nekarin ji bo yekrêziya vê miletî li hev bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê qonaxê de divê bi herî zêde hîkmet û aramiyê tevbigere. Pêdivî ye siyaseteke «sebir û dîplomasiyeke jêhatî» peyrew bike. Her çend zilm li me tê kirin û êrîşên neheq li ser me hene, lê spas ji xwedê re ku siyaseta hîkmetane ya Cenabê Serok Barzanî û serkirdatiya Kurd heta niha karîbûye Herêmê ji metirsiyên mezin biparêze. Divê em bizanibin ku hêza me di yekrêziya me de ye. Eger neteweya me di navxwe de bihêz û yekgirtî nebe, di asta navdewletî de jî kes rêzê li me nagire.

Girîngiya Herêma Kurdistanê ji bo dewletên herêmî ne tenê ji ber cografyaya wê ye, belku Kurdistan wek mînakeke ciwan a pêkvejiyana olî û neteweyî tê dîtin. Parastina mafên kêmneteweyan, ji Êzidî, Mesîhî, Kakeyî û Sabiî, erkeke pîroz e. Me her dem rêz ji bo cîranên xwe hebûye, çi erebên sunne û şîe, çi fars û çi tirk. Lê divê em mala xwe bi rengekî rêk bixin ku kes nekaribe destdirêjiyê bike ser me. Bi eşkere dibêjim: Eger piştgirî û sîbera Serok Barzanî nebe, ji bo me Êzidiyan dê pir zehmet be ku em heta hefteyekê jî li vê deverê bi silametî bijîn. Mixabin hinek deste û taqim hene ku dixwazin fitneyê bînin û jenosîdeke din li Şingalê bi serê me de bînin, lê yekgirtûyiya Kurd dikare rê li van karesatan bigire.

Ew êrîşên ku li ser axa Kurdistanê û xelkê sivîl têne kirin, cihê şermezariyê ne ji bo encamderên wê, ji ber ku Kurdistan her dem derguşa aramiyê bûye û em jî wek emanetekê diparêzin. Di dawiyê de, ez hêviya bihişta berîn ji bo şehîdên me dixwazim û hêvîdar im miletê me her dem serbilind û yekgirtî be. Bila her kes bizanibe ku Kurdistan ji hemû partî û berjewendiyên kesane mezintir e û paşeroja nifşên me bi wê ve girêdayî ye ku em îro çiqasî teba û yekgirtî bin."

 

 

Top