• Friday, 17 April 2026
logo

Çiya Îdrîs li Duhokê: Divê Herêma Kurdistanê zextên xwe çrtir bike da ku Pêşmerge ji amûrên parastina asmanî û parastina leşkerî bêpar nemîne

Çiya Îdrîs li Duhokê: Divê Herêma Kurdistanê zextên xwe çrtir bike da ku Pêşmerge ji amûrên parastina asmanî û parastina leşkerî bêpar nemîne

Çiya Îdrîs li Duhokê: Divê Herêma Kurdistanê zextên xwe çrtir bike da ku Pêşmerge ji amûrên parastina asmanî û parastina leşkerî bêpar nemîne

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dîroka xwe ya siyasî de, her dem peyrewkirina siyaseta bêalîbûnê wekî bingehêkî stratejîk ji bo parastina berjewendiyên bilind ên gelê Kurd ragihandiye. Lê di niha de, ev qewareyê destûrî rûbirûyî ceribandineke dijwar bûye; ji aliyekî ve tekeziyê li ser dûrketina xwe ji nakokiyên navneteweyî dike, ji aliyekî din ve jî bûye armanca êrîşên berdewam ên firokeyên bêfirokevan (drone) û mûşekên balîstîk. Ev rewş ne tenê serweriya axa Herêmê binpê dike, lê belê metirsiyeke rasterast e bo ser ewlehiya neteweyî û aramiya navçeyê.

Peyama zelal a desthilatdarên Herêmê, çi beriya şerê Xezeyê û çi piştî destpêkirina wî, her dem parastina aştiyê û dûrketina ji şer bûye. Li vir pirseke bingehîn derdikeve holê: Gelo warê bêalîbûnê maye gava ku komên derveyî qanûnê dixwazin bi zorê Herêma Kurdistanê bikşînin nav şerekî ku têkiliya wê bi berjewendiyên gelê Kurd ve nîne? Ew êrîş ne tenê armancên leşkerî ne, lê belê êrîş in li ser îradeya siyasî û geşepêdana Herêmê. Neyar dixwazin bi rêya nearamkirina jîngeha Herêmê, kerta perwerde, zanîngeh, kerta geştiyarî û aborî peyit bikin (rawestînin). Gava ku bi sedema gefa dronan deriyên dibistanan têne girtin, ev nîşana wê ye ku dijminan kûrahiya jiyana medenî ya welatiyan kirine armanc.

Yek ji metirsîdartirîn guhartinan di yasayên şer de, armancgirtina rasterast a hêzên Pêşmerge ye. Pêşmerge ku her dem hêzeke parêzer û sengera berevaniyê bûye ji bo parastina axê, bêyî ti hinceteke rewa dibe armanca karên terorîstî. Ev ne tenê neheqiyeke dîrokî ye, lê belê nîşaneke zelal e ku hevpeyman û welatên cîran wekî pêwîst erka xwe di parastina vê hêza şerî de bi cih neanîne. Li vir pêwîst e Herêma Kurdistanê li ser asta navneteweyî zextên xwe çrtir bike da ku Pêşmerge ji amûrên parastina asmanî û parastina leşkerî bêpar nemîne.

Ji aliyekî din ve, berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê hikûmeta federal a Iraqê. Li gorî destûrê, Bexda berpirs e ji parastina sînoran û parastina hemû pêkhateyên Iraqê. Bêdengî yan lawaziya helwesta hikûmeta navendî li hemberî milîsiyan, şerîetiya dewletbûna Iraqê dixe bin pirseke cidî. Wekî ku cenabê Serok amaje pê kiriye, tenê «şermezarkirin» çareseriya vê fovzayê nake. Heger hikûmeta federal nekare sînorekî ji bo van komên serkêş deyne, ne tenê Herêm, lê belê tevahiya proseya siyasî li Iraqê rûbirûyî hilweşînê dibe.

Di dawiyê de, tenê rêya rûbirûbûna van planên qirêj, yekrêzî û yekgirtina gelê Kurdistanê ye. Parastina Herêmê erkeke exlaqî, olî û nîştimanî ye. Pêwîst e cemawerê Kurdistanê bi îradeyeke bihêz piştgiriya qewareyê Herêmê û hêza Pêşmerge bike.

Top