Istixbarata Îranê: Yekem Serokê Iraqê Kurd bûye
Îro 62 sal di ser kûdetaya 14ê Tîrmeha 1958an re derbas dibe, ku Ebdulkerîm Qasim serkirdatiya wê kûdetayê dikir û di encamê de dawî li sîstema paşatiyê li Iraqê hat û sîstema komarî li wî welatî hat ragihandin.
Nêrînên cuda derbarê eslê Ebdulkerîm Qasim de hene, piraniya çavkaniyan heta niha gotine ku ew kesekî Ereb e û kokê wî vedigerînin ser hozên Zubêdî û Fezlî. Hin nêrîn jî hebûne ku amaje bi Kurdbûna Ebdulkerîm Qasim dane û niha belgeyên kurdbûna Qasim ji caran bihêztir in.
Siyasetvanê Kurdê Feylî, Ebdulwahîd Feylî ji Rûdawê re behsa belgeyên Kurdbûna Ebdulkerîm Qasim dike.
Ebdulwahîd Feylî ragihand, li gor zanyariyên di pirtûka Nihêniyên Rêkeftinnameya Cezayîrê ku Îsa Pêjman, berpirsê dosyeya Kurd li Iraqê di Saziya Istixbarata Îranê ya serdema Şah de ku wek Sawak dihat naskirin, Ebdulkerîm Qasim bi esil Kurd e û ji Kurdên Feylî ye.
Ebdulwahîd Feylî herwiha dibêje, Ceifer Raîd ku Sekreterê Balyozxaneya serdema Mihemed Riza Şah bûye li Iraqê, amaje bi kurdbûna Ebdulkerîm Qasim dike.
Ew siyasetvanên Kurd dibêje, di pirtûka Îsa Pêjman de ew yek hatiye yekalîkirin, ku ne tenê dayika wî, lê belê bavê Ebdulkerîm Qasim jî ji Kurdên Feylî bûye û dapîra wî jî ji dayika xwe ve her Kurd û ji Kurdên Feylî bûye.
Ebdulwahîd Feylî da xuyakirin: “Îsa Pêjman dema ku li Bexdayê serdana Ebdulkerîm Qasim kiriye, jê re aşkere bûye ku Qasim Kurd bûye û di pirtûka xwe de jî nivîsandiye.”
Dapîra Ebdulkerîm Qasim, navê wê Keyfî Hesen Yaqûb bûye. Ebdulwahîd Feylî dibêje: “Ew jin ser bi eşîra Siwagnî Timêmî bûye ku ew jî Kurdên Feylî ne.”
Heta niha nehatiye zanîn ku Ebdulkerîm Qasim ser bi kîjan mezhebê ve bûye, wî bix we jî nexwestiye ku wê yekê aşkere bike. Kesên nêzîkî wî gotine, dema ku xwestiye nimêjê bike, derî li ser xwe girtiye daku neyê dîtin ku ew bi çi awayê nimêjê dike.
Ebdulwahîd Feylî ji zarê dadwer Zekî Îsmaîl Heqî ku şahidekî hevdîtina Mele Mistefa Barzanî, Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî ya li gel Ebdulkerîm Qasim bûye, dibêje: “Dema ku ew kesatiyên Kurd gihîştin Bexdayê, Ebdulkerîm Qasim deriyê ofîsa xwe girt, sekreterê wî ji wan re gotibû ku nimêjê dike lewma derî girtiye, lê piştî demeke kêm derî vekiriye û ew vexandine bo nav ofîsa xwe.”
Ebdulkerîm Qsim di 21ê Mijdara 1914 de li parêzgeha Wasit li başûrê Iraqê ji dayik dibe, di temenê xwe yên lawîtiyê de tevlî refên artêşa Iraqê dibe, di serdema paşatiyê de, roja 14ê Tîrmeha 1958an de bi darbeyeke serbazî li dijî Melik Feyselê Duyem, rejîma paşatiyê li Iraqê rûxand û sîstema komariyê li welat damezrand.
Qasim piştî darbeyê bû Serokomarê Iraqê, lê di 8ê Sibata 1963an de Beisiyan li dijî wî darbe kirin û ew ji kar dûrxistin, rojek piştî darbeyê jî ew gullebaran kirin.
Li gor hin belgenameyan, Ebdulkerîm Qasim piştî mirinê tenê 16 dînar û 400 fils li pey xwe hiştibû.
Rudaw
