• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Îsraîl ji kerba mizgeftkirina Ayasofya agir berdan alaya Tirkiyê

Li Îsraîl ji kerba mizgeftkirina Ayasofya agir berdan alaya Tirkiyê
Li Îsraîl, komek cihû û mesîhî wek nerazîbûn li dijî mizgeftkirina dêra kevnar ya Ayasofya, agir berdan alaya Tirkiyê.

Nerazîbûnên li hember mizgeftkirina dêra kevnar ya Ayasfoya li Stenbolê, didomin.

Duhî li paytexta Îsraîl, Orşelîmê, komek cihû û mesîhî ku navê “Însiyatîfa Orşelîmê” li xwe kiribûn, li ber avahiya konsolxaneya Tirkiyê li Orşelîmê kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li gorî agahiyan, wê komê li wir agir berdan alaya Tirkiyê û hêrsa xwe nîşan dan.

Çend roj berê bi fermana serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, dêra kevnar ya Ayasofya bû mizgeft.

Basnews
Top