Li Îsraîl ji kerba mizgeftkirina Ayasofya agir berdan alaya Tirkiyê
Nerazîbûnên li hember mizgeftkirina dêra kevnar ya Ayasfoya li Stenbolê, didomin.
Duhî li paytexta Îsraîl, Orşelîmê, komek cihû û mesîhî ku navê “Însiyatîfa Orşelîmê” li xwe kiribûn, li ber avahiya konsolxaneya Tirkiyê li Orşelîmê kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Li gorî agahiyan, wê komê li wir agir berdan alaya Tirkiyê û hêrsa xwe nîşan dan.
Çend roj berê bi fermana serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, dêra kevnar ya Ayasofya bû mizgeft.
Basnews
