Civata Aborî ya Iraqê: Li ser yekkirina siyaseta gumrikê li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê rêkeftin hat kirin
Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 06.04.2026, serperştiya civîna 13ê ya Civata Wezarî ya Aborî ya Iraqê kir. Di wê civînê de, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûbû.
Li gorî daxuyaniya wê civînê, mêvandariya şanda Herêma Kurdistanê ji bo nîqaşkieina li ser yekxistina rêkarên gumrikê li deriyên sînorî bû.
Şanda Herêma Kurdistanê ji Sekreterê Civata Wezîran, Serokê Dîwana Civata Wezîran, Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Şêwirmendê Wezareta Darayî, Rêveberê Giştî yê Gumrikê, Rêveberê Giştî yê Şopandin û Hevahengiyê, ligel serokên odeyên bazirganiyê yên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê pêk hatibû.
Wê encûmenê amaje bi wê yekê kir ku, wan li ser yekxistina siyaseta gumrikê di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de li hev kir, bi taybetî di warê pênaseya gumrikî û parastina berhemên navxweyî de. Herwesa biryar hat dayîn ku sîstema "Asycuda"yê li deriyên Herêma Kurdistanê bê bicihanîn, bi şertekî ku darêtina siyaseta gumrikê erkê hikûmeta federal be û birêvebirina gumrikan jî bi awayekî hevpar ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê be.
Ji bo vê meremê biryar hat dayîn ku, şandeke teknîkî ya Rêveberiya Giştî ya Gumrikê li Herêma Kurdistanê ligel tîma nîştimanî ya Wezareta Darayî ya Îraqê bicivin, ji bo nîqaşkirina li ser mekanîzmên yekxistina rêkaran bi liberçavwergirtina taybetmendî û qanûnên berkar ên Herêma Kurdistanê. Herwesa biryar e ku di çend rojên kêm de her du tîm raportekê ji bo derxistina biryarên pêdivî bidin Civata Aborî.
Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Fuad Hisên di wê civînê de ragihand ku, Îraq ji ber rewşa şer li deverê rûbirûyî zehmetiyên ewlehî û aborî bûye, loma yekxistina bizavan pir pêdivî ye.
Di beramber de, Sekreterê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya her bizaveke hikûmeta federal dike ji bo elektronîkirina rêkarên gumrikê, ku ev yek jî dê şefafiyetê zêdetir bike û dê dahata giştî jî bilind bike.
Di dawiya wê daxuyaniyê de hatiye ku, Civata Aborî biryar da ku deriyê sînorî yê "Trêbîl"ê wek deriyekî fermî ji bo hawirdekirina zêr bê diyar bike, heta ku qedexeya asmanî ji ber operasyonên leşkerî li ser Iraqê tê rakirin.
Basnews
