Parlementerekî Gorran: Rewşa kurdan li Kerkûkê kambax e
Parlementerê Gorran li parlementoya Kurdistanê, Goran Înzibat li ser girtina wî zilamê kurd li Kerkûkê, ku hevjîna wî bi Koronayê can dabû û destê wî bi textê hevjîna wî ve hatibû kelemçekirin, ji BasNewsê re got, her roj li Kerkûkê heqaret li kurdan tê kirin. Ew der ketiye destê erebên faşîst û kurd tên serkutkirin.
Goran Înzibat her wiha got, me daxwaz ji parlementoyê kiriye civînekê li ser rewşa Kerkûkê û deverên Kurdistanî pêk bîne ji ber ku rewşa wan deveran gelekî kambax e.
Wî parlementerê Gorran anî ziman ku divê Pêşmerge vegere wan deveran û got, eger Pêşmerge li wir bûya ew zilamê kurd jî wisa nedihat girtin.
Basnews
