• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlementerekî Gorran: Rewşa kurdan li Kerkûkê kambax e

Parlementerekî Gorran: Rewşa kurdan li Kerkûkê kambax e
Parlementerekî Gorran ji rewşa kurdan li Kerkûkê nîgeran e û dibêje, divê Pêşmerge bo parastina kurdan vegere Kerkûkê.

Parlementerê Gorran li parlementoya Kurdistanê, Goran Înzibat li ser girtina wî zilamê kurd li Kerkûkê, ku hevjîna wî bi Koronayê can dabû û destê wî bi textê hevjîna wî ve hatibû kelemçekirin, ji BasNewsê re got, her roj li Kerkûkê heqaret li kurdan tê kirin. Ew der ketiye destê erebên faşîst û kurd tên serkutkirin.

Goran Înzibat her wiha got, me daxwaz ji parlementoyê kiriye civînekê li ser rewşa Kerkûkê û deverên Kurdistanî pêk bîne ji ber ku rewşa wan deveran gelekî kambax e.

Wî parlementerê Gorran anî ziman ku divê Pêşmerge vegere wan deveran û got, eger Pêşmerge li wir bûya ew zilamê kurd jî wisa nedihat girtin.

Basnews
Top