Konsulê Îranê: Em dijberiya Herêma Kurdistanê nakin
Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê Silêmaniyê Mihemed Mîr Huseynî ragihand ku asayîşa welatê wî "xeta sor" e.
Wî diyar kir ku li her derê herêmê Amerîkî, Îsraîlî yan partiyên mixalefetê yên Îranî hebin, ew der wekî "armanceke rewa" ji bo êrişên wan tê dîtin.
Mihemed Mîr Huseynî di konferanseke rojnamegeriyê de bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî da.
Ev daxuyaniyên Konsulê Îranî di demekê de ne ku li gorî amarên Rûdawê, ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ve bi 671 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
24ê meha borî li Soranê êrişî Baregeha Pêşmergyan hat kirin û di encamê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Pirsa nûçegihanê Rûdawê û bersiva Mihemed Mîr Huseynî wisa ye:
Rûdaw: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber van êrişan dilgiran e; çi yên Îranê bin çi jî yên Berxwedana Îslamî bin. Hêzên Amerîkayê li Silêmaniyê nînin, partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî heta radeyekê bêalîbûn hilbijartine. Gelo çima êriş didomin?
Mihemed Mîr Huseynî: Asayîşa me xeta me ya sor e. Her derê ku Amerîka, yan ew kesên desttêwerdanê dikin, yan kesên ji bo Amerîka yan rejîma Siyonîst dixebitin lê bin, yan jî komên mixalefetê yên Îranê tê de bin ku bi awayekî leşkerî lê bin yan niyeta wan a leşkerî hebe, armanca me ya rewa ne. Cudahî tune ye ka li kû derê ne; di vê herêmê de bin, li Qeter, Behreyn, Kuweyt yan Herêma Kurdistanê bin, li her derê bin ew armanca me ya rewa ne.
Em ji bo parastina xwe ya rewa dixebitin. Zelal e ku em ne li dijî yekparçeyiya ax û serweriya ti welatî ne. Me bi eşkereyî ji her kesî re gotiye ku ewlehiya me xeta me ya pêşîn e. Amerîkayî li kû derê bin, li Herêma Kurdistanê yan her derê din, di bin navê parastina rewa de di nav armanca me de ne. Hûn li gotinên roja borî yên Serokê Amerîkayê binerin ku nû hatine eşkerekirin. Wî bi zelalî peywendiyek di navbera dijberan û çek û Kurdan de çêkir.
Siyaseta me ya bingehîn cîrantiyeke baş e. Em dixwazin peywendiyên me bi cîranên me re xurt bin, bi taybetî bi wan cîranên ku peywendiyeke me ya dîrokî pê re heye, wekî vir (Herêma Kurdistanê). Eger êrişek ji aliyê me ve were kirin, ev bi ti awayî nayê wê wateyê ku dijberiya me li gel desthilat yan xelkê vir heye. Ew tenê kiryarek e ji bo parastina xwe ya li hemberî dijberên çekdar yan Amerîka û rejîma Siyonîst.
Rûdaw: Donald Trump dibêje çek dane Kurdan lê nabêje kîjan Kurd. Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî dibêjin çekên di destê me de yên berî 30-40 salan in. Hincetên êrişan çi ne dema ku partiyên Rojhilat bêalî ne û Amerîkayî jî li Silêmaniyê nînin?
Mihemed Mîr Huseynî: Ew destnîşankirina ku Amerîkayî li kû ne û li kû nînin, di destê wan kesên erkdar û pispor de ye ku dikarin cihên wan tespît bikin.
Rudaw
