• Thursday, 16 April 2026
logo

Dronê ew sêwî hiştin, Dilîn û Melîn dê û bavê xwe dixwazin

Dronê ew sêwî hiştin, Dilîn û Melîn dê û bavê xwe dixwazin

Şeva borî demjimêr 12:15an dengê teqîna dronê û pêtên agir şeva gundê Zergezewiyê heta hetayê tarî kir.

Dronek li maleke gund ket û jin û mêrekî ku di xewa şêrîn de bûn şehîd xistin.

Mûsa Enwerê 39 salî û Mijde Eseda 35 salî di vê êrişê de canê xwe ji dest da.

Wan Dilîna 5 salî û Melîna 3 salî li dû xwe hiştin û çûn.

Zarok dema êrişê li jûreke din bûn û bi wî awayî ji mirinê filitîn.

“Mal li wan wêran bû”

Îmad Bedredînê pismamê Mûsa wisa behsa rewşa zarokan kir:

"Zarok jî her li hundir bûn. Du zarokên piçûk in. Ew her du zarok bê dayîk û bav, bê kes man. Mal li wan wêran bû.

Zarok bi silamet in, li malê bûn û li jûreke din bûn, tiştek bi wan nehatiye. Biçûk in, tiştekî nizanin.

Bûne wekî dînan û tirsiyane, her digirîn û daxwaza dayîk û bavê xwe dikin."

"Xwedê heqê me ji wan bistîne"

Gundê Zergezewî yê nahiyeya Dareşekranê li herêma Ziraretiyê ye. Ev gund 45 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye.

Esedê bavê pîr ê Mijdeyê, bi rojan e ji ber nexweşiyeke giran dinale lê niha şewata kezebê li êşa wî zêde bûye.

Bavê Mijdeyê di nav êş, kerb û kulên xwe de ev peyam da:

"Peyama min ew e ku Xwedê wan nehêle. Ya Rebî Xwedê heqê me ji wan re nehêle, ya Rebî. Ew şehîdên hemû Kurdistanê ne."

Li gundê Zergezewiyê zêdetirî 400 malan hene û gundî bi ajeldarî û çandiniyê debara xwe dikin.

“Gelekî mixabin”

Xizmekî Mûsa yê bi navê Nasih Xule jî amaje bi wê yekê kir ku li gundê wan ti kesê biyanî nîne û got:

"Ne baregeheke leşkerî heye ne jî tiştekî din. Hemû niştecihên wê welatî ne.

Birayekî wî jî di şerê DAIŞê de şehîd ketibû. Ew bû sêyemîn şehîdê malbata wan."

Ehmed Farisê ku xizmekî din ê Mûsa ye jî got, "Gelekî mixabin ji bo Kek Mûsayê ku 15 sal in em bi hev re ne, gelekî mixabin."

Li hêla din, Dijîterora Kurdistanê daxuyand ku dron ji Îranê ve arasteyî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Dijîterorê di daxuyaniya xwe de êriş şermezar kir û ragihand, "Ev êriş binpêkirina zelal a yasayên navneteweyî ne û tawana şer in."

 

Rudaw

Top