Artêşa Tirkiyê li Cûdî operasyonek da destpêkirin
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Mehmetî Ersoy bi Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Arif Çetîn, Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan Tumgeneral Ahmet Hacioglu çend fermadeyên artêşa Tirkiyê, li Çiyayê Cûdî serdana leşkerên beşdarî operasyonê bûne kir û li wê derê ragihand ku artêşa Tirkiyê li hemberî gerîlayên PKKê “Operasyona Cudî Birûsk-1” hate destpêkirin.
Mehmet Ersoy da zanîn ku hezar û 485 efser, leşker û cerdevanên bi ser artêşa Tirkiyê ve beşdarî wê operasyonê bûne.
Ersoy destnîşan kir ku operasyon dê ji Çiyayê Cudiyê destpê bike û hemû cihên hesas û stratejîk berdewam bike.
Fermandarê Lîwaya Qomandoyên Cendirme ya Çakirsogutê Alper Sir diyar kir ku ew niha li cihê herî bilind ê Çiyayê Cûdiyê ne û got: “58 tîmên qomandoyan, 12 tîmên tevgera taybet a cendirmeyan, 12 tîmên tevgera taybet a polîsan û 18 tîmên cerdevanan ku ji 1485 kesan pêk tên beşdarî Operasyona Cûdiyê ya Birûsk-1ê bûn.”
Qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin
Ji aliyê din ve parêzgariya Şirnexê jî ragihand ku li 22 deverên çiyayî yên Şirnexê çûnûhatina welatiyan hate qedexekirin û nabe ti kes destûr têkeve wan herêman.
Di derbarê vê yekê de Parêzgeriya Şirnexê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li çiyayê Cûdî operasyonek tê encamdan ji ber vê yekê li derdora Silopî, Cizîr û navenda bajêr 22 cih di ji bo çûnûhatina welatiyan hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniyê dema qedexeyê îro destpê dike û heta 3 rojan berdewam dike û divê welatî ji bo ewlekariya can û malê xwe pabendî hişyariyê bin.
Rudaw
