• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Iraqê 95 kesên din bi Koronayê mirin

Li Iraqê 95 kesên din bi Koronayê mirin
Li Iraqê 95 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 2 hezar kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Iraqê ragihand, di nav 24 saetên borî de 95 kesên din bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 345 kesan.

Wezareta tenduristiya Iraqê her wiha da zanîn, ji duhî de 2 hezar û 22 kes jî bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 81 hezar û 757 kesan.
Top