• Sunday, 08 February 2026
logo

3 serbazên Rûsî li Idlibê birîndar bûn

3 serbazên Rûsî li Idlibê birîndar bûn
Bombeyek bi gera çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî de li ser riya navdewletî M4 li Idlibê teqiya û 3 serbazên Rûsî birîndar bûn. Rûsya jî grûpên çakdar ên li Idlibê bi wê êrîşê tometbar dike.

Rewageha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, dema zirîpoşên serbazî yê gera çavdêriyê ya Rûsî – Tirkî li ser riya M4 li nêzîkî Misêbîn, bomebeyek teqiya û 3 serbazên Rûsî birîndar bûn.

Diyar kir jî ew her sê serbazên Rûsî bi zirîpoşên Tirkî ji bo navenda Himêmîm a Rûsî li Laziqiyê hatin veguhastin.

Li gor rêkeftina Rûsî – Tirkî ya di 5ê Adara bûrî de, gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li parêzgeha Idlibê li ser riya M4 tên kirin û ev gera hejmar 21 bû.

Li gelek caran ev gerên hevbeş ên Rûsî – Tirkî rastî nerazîbûna hin grûpên çekdar tên û çendîn car jî rêgirî li wan hatine kirin û gerên çavdêriyê bêyî ku bigihin encamên xwe bidawî dibûn.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê di daxuyaniyekê de, çekdarên li Idllibê bi êrîşa li ser gera çavdêriyê tometbar kirin.

Li gor zanyariyan, piştî wê bûyera teqînê, firokeyên Rûsî çend caran Çiyayê Kurdan ê li parêzgeha Idlibê bombebaran kirin

K24
Top