• Sunday, 08 February 2026
logo

Kampa Holê- Jineka êzdî ligel kurê xwe hatin rizgarkirin

Kampa Holê- Jineka êzdî ligel kurê xwe hatin rizgarkirin
Piştî derbaskirina çend salên dijwar li jêr destên DAIŞê, jineke êzdî ya bi navê Sahîre ligel kurê xwe Heywan hatin rizgarkirin.

Di raportekê de Kurdistan24ê belav kiriye. Sahîre Qasm, temenê wê 27 sal in û Hewanê kurê wê jî temen 7 sal in, xelkên komelgeha Telbenat in li rojehlata çiyayê Şingalê. Li sala 2014yê li gel 20 endamên din yên malbata wê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin. Ku niha 15 kes ji wan çarenivîsa wan ne diyare.

Heywanê kurê Sahîreyê temenê wî tenê yek sal bû dema hatin revandin, pişt rizgarbûna wan li kempa Holê, dema rojane li malên êzdiyan in li Rojavaya Kurdistanê.

Kampa Holê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî li nêzîk bajarokê Hol li ser sinûrê Iraq û Sûriyêli destpêka sala 1991 hatiye duristkirin. Bi hezaran ji awareyên şer di nav wê kempê de akincî ne û pişkek ji wan kesûkarên çekdarên DAIŞê ne, ku Sahîre û kurê wê li gel wan desteser bûne.

Ev jina êzdî li gel destpêkirina şerê Baxozê ku bi yek ji dijwartirîn şerên DAIŞê li Sûriya dihê nasîn, hewil daye xwe derbaz bike û rizgar bike.

Hevjînê Sahîreyê Mahir Mehmûd ji Kurdistan 24 re ragehandiye, zêdetir ji salekê ye wan her hewl dida ku kurê wî û hevjîna rizgar bikin û di dawiyê de bi serketibe.

Herwiha Mahîr amaje bi wê yekê dike, ku wan zanyarî hene hejmareka mezin ji kesûkarên wan di wê kempê de ne, lê nekarin wan rizgar bikin.

Li gel destpêka hatina DAIŞê bo Şingaê, 6.417 kes hatin revandin. Ji vê hejmareyê heta niha 3.530 kes hatine rizgarkirin û hêj 2.887 kes bê serû şûn in.

Basnews
Top