• Friday, 17 April 2026
logo

Şandekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina li ser mûçeyan diçe Bexdayê

Şandekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina li ser mûçeyan diçe Bexdayê

 Îro Yekşemê, 5ê Nîsana 2026an, şandekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca guftûgokirina li ser sê mijaran diçe Bexdaya paytexta Iraqê; ku yek ji wan mijaran, mijara şandina mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê ye.


Li gorî wan zanyariyên K24ê belav kirine, îro şande bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Umêd Sebah, serdana Bexdayê dike û civîneke girîng ligel ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêk tîne.

Hatiye eşkere kirin ku di wê civînê de sê mijarên sereke dê werin gotûbêj kirin:

- Mijara yekalîkirina rêkarên peywendîdar bi fînansekirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê yên meha Adarê.

- Dîtina mekanîzmayekê ji bo radestkirina dahatên navxweyî yên derveyî petrolê yên Herêma Kurdistanê, li gorî rêkeftinan û yasaya budçeyê.

- Zelalkirina lihevkirinên peywendîdar bi girêdan û yekxistina sîstema elektronîk a gumrukê di navbera Hewlêr û Bexdayê de li dergehên sînorî.

Ev serdan di çarçoveya hewildanên berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê, ji bo hevahengî û derbaskirina astengiyan û nehîştina tu hincetan li pêşiya şandina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê.

 

Basnews

Top