Nêçîrvan Barzanî sersaxî da serkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî ji ber koça dawî ya konsolê giştî yê Misrê li Hewlêrê Ehmed Cîhad Seîd, peyameke sersaxiyê pêşkêşî Serkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî kir.
Nêçîrvan Barzanî, her wiha peyameke serxweşiyê jî pêşkêşî malbata Ehmed Cîhad Seîd kir û li her du peyaman de hêvî xwest xwedayê mezin wî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bide malbat û mirovên wan.
Konsolê giştî yê Misrê li Hewlêrê Ehmed Cîhad Seîd pêr li paytexta Misrê, Qahîr ji ber nexweşiya dil canê xwe ji dest da.
Basnews
