• Friday, 17 April 2026
logo

Serok Barzanî: Rojnameya Xebat zimanhalê gelê Kurdistanê bûye û berdewam bi berpirsyarî û pîşeyî kar kiriye

Serok Barzanî: Rojnameya Xebat zimanhalê gelê Kurdistanê bûye û berdewam bi berpirsyarî û pîşeyî kar kiriye

 Serok Barzanî îro 4ê Nîsanê bi boneya 67emîn salvegera derçûna rojnameya Xebat, peyameke pîrozbahiyê weşand. Serok Barzanî bi vê boneyê pîrozbahî li sernivîskar, nivîskar û rojnamevanên rojnameya Xebat û xwendevanên Kurdistanê kir.


Serok Barzanî tekez kir: "Rojnameya Xebat ne tenê zimanhalê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, lê belê di tevahiya dîroka derçûna xwe de wekî zimanhalê gelê Kurdistanê bûye û her dem bi berpirsiyarî û pîşeyî karê xwe encam daye."

Serok Barzanî di vê bîranînê de daxwaz ji sernivîskar û stafa rojnameyê kir: "Li ser rêbaza neteweyî û niştimanî û parastina nirxên bilind ên gelê Kurdistanê berdewam bin. Ez hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim."

 

Basnews

Top