• Thursday, 16 April 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Cejna Qiyamê pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî Cejna Qiyamê pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Qiyamê ya Hezretî Îsa peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand:

"Ez pîrozbahiyên herî germ li welatî û xwişk û birayên me yên Xiristiyan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê û hemû cîhanê dikim.

Hêvîdar im ev cejn bibe sedema xêr, xweşî û aramiyê ji bo her kesî."

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de tekez kir ku Herêma Kurdistanê wekî her tim dê wekî dergûşa bihevrejiyan, tebayî û hevqebûlkirina hemû pêkhateyên olî û neteweyî bimîne.

Nêçîrvan Barzanî her wiha destnîşan kir ku welatiyên Xiristiyan beşeke resen û jêneveqetiyayî ya civaka Kurdistanê ne.

Wî da zanîn ku dîrokeke wan a tije xebat û hevparî li gel gelê Kurdistanê heye.

 

Rudaw

Top