Li Kirmaşanê girtiyekî kurd hat bidarvekirin
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî girtiyekî kurd bi navê Ferzad Şekerî li girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê de hat bidarvekirin.
Ew welatiyê kurd 4 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî din hatibû girtin û sizayê îdamê bi ser de hatibû sepandin.
Ew kesê ku hatiye bidarvekirin, xelkê bajarokê Serpêla Zehaw bû.
Basnews
