• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Kirmaşanê girtiyekî kurd hat bidarvekirin

Li Kirmaşanê girtiyekî kurd hat bidarvekirin
Li bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî kurd hat bidarvekirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî girtiyekî kurd bi navê Ferzad Şekerî li girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê de hat bidarvekirin.

Ew welatiyê kurd 4 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî din hatibû girtin û sizayê îdamê bi ser de hatibû sepandin.

Ew kesê ku hatiye bidarvekirin, xelkê bajarokê Serpêla Zehaw bû.

Basnews
Top