Fermana girtina Soran Ûmer derket
Derkirina wê biryarê, piştî wê yekê dihêt ku perlemana Kurdistnaê parêzbendî li ser perlemantarê Komele ya Îslamî ya Kurdistanê, Soran Ûmer helgirt; daku rûbirûyê dadgehê bibe.
Li gor wê bîrewernameya girtinê, ku serokatîya Dageha Têhelçûna devera Hewlêrê/ Dadgeha Lêkolîn a Hewlêrê arasteya hemû endamên berzeftên dadwerîyê û tevaya endamên polîsan kirîye, ferman bi wan hêzan hatîye kirin, ku Soran Ûmer wek tuhmetbar bigirin û bidin e dadgehê li gor ku li bingeha Polîsên Xaneqa şikat li ser hatîye tomarkirin.
Soran Ûmer Seîd Ehmed ji dayîkbûyê 12/12/ 1978 e û li bajarê Hewlêrê li taxa Naz Sitî akincîye û li Silêmanîyê jî li Qeywan Sitî ye.
Soran Ûmer li gor hukmên made ya 433 ji yasa ya sizadan Îraqî, hejmar 111 ya sala 1969 rûbirûyê dadgehê dihête kirin.
Made ya 433 li pişka çarem a yasa ya sizayayane û taybete bi xeberdan û sivaktîkirinê. Ew made ji dû movkan pêkhatîye. Di yekem de amaje bi wê yekê dike, her kesek xeberan bide kesek dî, sizayê wî gitine yan jî peredane û dibe bi yek ji van dû sizayan bihêt sizadan, lê heke ew xeberdan bi rêya belavkirinê di rojnameyê yan her çapemenîyêkê, yan jî yek ji alavên ragheandinê de bû, dê rewşa sizayê tundtir be.
K24
