• Thursday, 16 April 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera Komkujiya Kurdên Feylî

Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera Komkujiya Kurdên Feylî

 Serok Mesûd Barzanî di salvegera Komkujiya Kurdên Feylî de ragihand, "Kurdên Feylî ji ber Kurdbûna xwe rûbirûyî çewisandin û komkujiyê bûn."

Serok Mesûd Barzanî di 46emîn salvegera Komkujiya Kurdên Feylî de peyamek belav kir.

Serok Barzanî ev roj wekî "rojeke biêş" a di "salnameya gelê Kurdistanê" de bi nav kir û di peyama xwe de bal kişand ser zilmê û anî ziman:

"Kurdên Feylî di bin desthilata şûm a rejîma berê ya Îraqê de êş û derbederiyeke zêde dîtine û ti mafên ji bo wan rewa nehatine dîtin.

Şehîdkirina bi hezaran ciwanan, standina nasnameyê û derkirina bi dehan hezar malbatên Kurdên Feylî beşek ji wan plan û wê siyaseta dijmirovî bû ku li dijî gelê Kurdistanê bi awayekî birêkxistî û bi berdewamî ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve dihate kirin."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de tekez kir ku divê Kurdên Feylî werin tazmînkirin û wiha got:

"Erkê ser milê dewleta Îraqê ye ku êş û azarên xwişk û birayên me yên Kurdên Feylî bike tazmîn bike."

 

Rudaw

Top