• Friday, 17 April 2026
logo

Avesta Mam Yehya: Tiştê ku Mistefa Sened li dijî Êzidiyan kir bi ti awayî nayê qebûlkirin

Avesta Mam Yehya: Tiştê ku Mistefa Sened li dijî Êzidiyan kir bi ti awayî nayê qebûlkirin

 Avêsta Mam Yehya, parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encumena Nûneran a Iraqê, nîgeraniya xwe li hemberî sivkayetiya parlamenterekî din ê Iraqê bi kurdên Êzdî re anî ziman. Herwaha destnîşan dike ku demek beriya niha ew mijûlî projeyekî bûn ji bo cîbicîkirina mafên pêkhateyan li Iraqê; yek ji sedemên wê projeyê jî asta ramana wan kesên ku hîn jî sivkayetiyê bi pêkhateyên neteweyî û olî dikin e. Mixabin, kursiyek ku nûneratiya gel dike, ne lâyîqî her kesî ye.

Avêsta Mam Yehya ji bo (Basnews)ê got: "Mixabin ji bo wê sivkayetiya ku parlamenterê Iraqê Mistefa Sened bi Êzdiyan kir. Ew xelkê resen ê vê welatî ne û em vê wek sivkayetiyeke li hemberî hemû Kurdistanîyan dibînin. Nabe bi çavê cudakarî û bêrêziyê li wan bê nêrin; bi taybetî Êzdî, Mesîhî û hemû olên din ku beşekî sereke ne ji dîroka gel û nîştiman. Ew di demên nêzîk û dûr de li Iraqê bi Enfal û jenosîdê re rû bi rû mane. Ji bo mirovên bê dîrok û bê ked, nemaze endam û nûnerên gelê Iraqê, nabe ku bibin beşek ji vê zihniyetê. Tiştê ku Mustafa Sened kiriye ne tenê heqaret li Êzidiyan e, lê di heman demê de tovên komployê, mezhebperestiyê û cudakariyê di asta yekîtî, hevgirtin, aştî û aramiya herêmê de belav dike, ev yek herwiha li dijî metnên destûrê ye. Mixabin ji bo zihniyeta şovenîst a komek ji van kesan ku dixwazin jehra xwe ya siyasî bi civakên xwecihî re birjînin, divê ev mirovên nezan dîsa bi awayekî şexsî werin cezakirin. Divê ew bi vî rengî heqaretê li Êzidiyan û civakên din nekin.”

Herwaha aşkera jî kir: "Sened li şûna ku ji bo tezmînata Êzidiyan şer bike, lê hatiye bi awayekî cuda, mîna nêrînên DAIŞê, hatiye û êrîşî wan dike.”

Herwah got: "Divê Mistefa Sened ji hemû gelê Iraqê lêborînê bixwaze. Êzdî di dîroka xwe de zêdetirî 74 fermanên tunekirinê re derbas bûne. Bê guman, Sened û yên mîna wan hîn ji rabirdûyê fêr nebûne ku netewe û ol dê qet xeml, nirx û hebûna xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê bi dawî nekin.”

 

 

Basnews

Top