Rêveberiya Rojava: NY bi vekirina deriyê Babul Hewa, sûcên Tirkiyê rewa dike
Encumena asayişa navdewletî du roj berê biryar da dergehê sînorî yê Babul Hewa, ku di navbera Sûriye û Tirkiyê de ye û di bin kontrola hêzên Tirkiyê de ye, bo gihandina alîkariyên mirovî bo koçberan were vekirin.
Li ser vê yekê, şêwirmendekî rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê bi navê Enwer Muşrif nerazîbûn nîşan daye û ragihandiye, NY bi vê yekê sûcên Tirkiyê yên li Sûriyê rewa dike.
Enwer Muşrif her wiha gotiye, li şûna ku civaka navdewletî alîkariya koçber û mexdûrên şerê Tirkiyê bike alîkariya çete û çekdarên alîgirên Tirkiyê dike! Ev jî nîşan dide ku NY ji dagîrkariyên Tirkiyê razî ye.
Wî şêwirmendê rêveberiya xweser daxwaz kir ku dergehê sînorî yê Til Koçber jî were vekirin da ku alîkariyên mirovî bigihên destê koçberên şer û êrişên Tirkiyê.
Basnews
