• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 254 kes bi koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 254 kes bi koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên dawîn aşkere kirin û ragihand, 254 tûşbûyên nû hatine tomarkirin û 14 nexweşan jî canê xwe ji dest dane.

Li gor Wezareta Tendirustiyê di 24 demjimêran de 2,298 pişkinînên koronayê hatine kirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, encama pişkinîna 254 kesan pozîtîv der çûye ku 141 kes li Silêmanî, 85 kes li Hewlêrê, 18 tûşbû li Helebcê û 10 tûş bû jî li Duhokê bûne.

Her li gor wê daxuyaniyê, li Herêma Kurdistanê di heyama rojekê de 14 tûşbûyên koronayê canê xwe ji dest dane ku 5 li Hewlêr, 5 li Silêmanî û 4 kes jî li Germiyanê bûye.

Wezareta Tendirustiyê belav kiriye jî, 84 nexweşên Covid-19 piştî wergirtina çareseriya pizîşkî rewşa wan baş bûye ku 68 li Hewlêrê, 6 kes li Duhokê, 5 kes li Silêmaniyê û 5 li 3 li Helebcê bûye.

Li gor dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê, 9,455 kes tûşî vîrusa koronayê bûne, 3,375 tûşbû baş bûne û 326 tûşbûyên koronayê jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top