• Sunday, 08 February 2026
logo

Ebdulhekim Beşar weke cîgirê serokê Îtilafa Sûriyê hat hilbijartin

Ebdulhekim Beşar weke cîgirê serokê Îtilafa Sûriyê hat hilbijartin
Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan li Sûriyê (PDK-S) Ebdulhekim Beşar dîsa weke cîgirê Serokê Hevpeymaniya Îtilafa Sûriyê hat hilbijartin.

Îro 11ê Tîrmehê 51mînin civîna giştî ya Hevpeymaniya Îtilafa Sûriyê hat sazkirin û têde Serokê Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê Nasir Herîrî weke serokê nû yê Hevpeymaniya Îtilafa Sûriyê hat hilbijartin û Endamê Polîtbîroya PDK-Sê Ebdulhekim Beşar jî wek yek jî cîgirên wî hat hilbjartin.

Nasir Herîrî ji 88 dengan bi 76 dengan bû serokê nû yê Hevpeymaniya Îtilafa Sûriyê.

Her yek Ruba Heboş bi 77 dengan, Ikab Yehya bi 81 deng û Ebdulhekim Beşar jî bi 79 dengan weke cîgirên serok hatin hilbijartin.

Herwiha Ebdul Basit Ebdul Latîf jî bi 84 dengan weke sekreterê giştî wê hevpeymaniya hat hilbijartin.

Herwiha ji desteya siyasî ya hevpeymaniyê jî 91 endam hatin diyarkirin.

Rudaw
Top