Hewla asayî kirina hilberîn û henarde kirina nefta cîhanî tê dayîn
Li gor raportekî rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî, welatên neft û petrolê hildiberînin bi serokatiya Siûdiyê, daxwaz ji rêxistina henarde kirina neft (OPEC) û hevpeymanên wê kirine, ji destpêka meha 8ê û pê ve henarde kirina neftê zêde bikin.
Ew hewldana zêde kirina henarde kirina neftê bo bazara cîhanî, piştî wê yekê tê ku nirxê petrol û neftê hinek bilind bû û daxwaza li ser neftê jî zêde bûye.
Biryare roja 15.07.2020ê rêxistina henardekirina neftê (OPEC) û hevpeymanên wê bi serokatiya Rûsyayê, bi rêya video konferansekî ve bicivin û gotûbêjê li ser asta naha û ya pêşerojê bo henarde kirina neftê bikin.
Basnews
