• Sunday, 08 February 2026
logo

Fermandarekî payebilindê Iraqê bi vîrusa koronayê mir

Fermandarekî payebilindê Iraqê bi vîrusa koronayê mir
Fermandarekî payebilindê Iraqê bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.

Îro 12.07.2020ê wezareta berevaniya Iraqê di beyanameyekî de ragehand, Rêveberê hêzên bejayî yên hêzên taybet Lîwa Rukin Murad Kerîm Selman Rubeyî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor wezareta berevaniya Iraqê rola giring a wî fermandarê welat pir zêde bûye û bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Duh 11.07.2020ê jî polîsê Kerkûkê ragehandibû berdevkê polîsê Kerkûkê Efrasyaw Kamil bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Basnews
Top