Fraksiyona Êzdî ji bo Mistefa Sened: Kerameta me xeta sor e, em ji te qebûl nakin
Piştî ku Parlamenterê Iraqê Mistefa Sened bi rêya şiroveyekê li ser torên civakî sivkatî bi welatiyekî Şingalî kir û peyvên nexweş li hemberî wî bi kar anîn, bertekên tund di navendên siyasî û cemawerî yên Êzdiyan de derketin. Serokê Fraksiyona Êzdî li Parlamentoya Iraqê Xalid Sîdo Ezîz, di daxuyaniyeke fermî de ew gotinên Sened wekî binpêkirineke eşkere ya destûrê û sivkatî bi kerameta pêkhateya wan bi nav kir.
Ev alozî piştî wê yekê hat ku Sened di bersiva şiroveyekê de, amaje bi dîrokeke tijî êş a Êzdiyan a serdemê DAIŞê dabû; ev yek jî wekî henekpêkirina bi karesata komkujiya Şingalê hat dîtin. Serokê Fraksiyona Êzdiyan tekez kir ku kerameta pêkhateya wan xeta sor e û daxwaz kir ku bi lez rêkarên yasayî li hemberî wî parlamenterî bên girtin û wî neçar bikin ku lêborîneke fermî û eşkere bixwaze.
Di vê çarçoveyê de, Xalid Sîdo amaje bi wê yekê kir ku ew wekî nûnerên Êzdiyan li Bexdayê, mafê xwe yê yasayî bi kar tînin ji bo tomarkirina gilî li dadgehê dijî her kes û aliyekî ku bixwaze sivkatiyê bi pîroziyên wan bike. Her wiha ragihand ku ew rê nadin tu kesî ku birînên qurbaniyên destê DAIŞê bikulîne.
Basnews
