Endamekî encumena parêzgeha Silêmaniyê: Hikûmet qîmetek taybet dide Silêmaniyê
Endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê, Berzan Hemîd ji BasNewsê re got, ji roja ku kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dest bi kar bûye, hikûmetê qîmetek zêde daye Silêmaniyê û di warê xizmetguzariyê de ti ferqek nexistiye navbera wî bajarî û deverên din.
Berzan Hemîd her wiha got, di heyama salekê de gelek arîşe û asteng li pêşiya hikûmetê hebûne lê dîsa jî çi ji destê hikûmetê hatiye, xemsarî nekiriye. Di rûbirûbûna Koronayê de jî hikûmetê girîngiyek zêde daye Silêmaniyê.
Wî endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê behsa danîna xîmê pirojeya cadeya 100 Metrî ya Silêmaniyê ji aliyê serokê hikûmetê ve kir û got, yek ji wan pirojeyên ku li Silêmaniyê li erdê mabû, cadeya 100 Metrî bû. Serokê hikûmetê ew da destpêkirin û xemxoriya xwe bo Silêmaniyê nîşan da.
K24
