Îran: Me ti danûstandin li gel Amerîkayê nekirine û em nakin
Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê red kir ku derbarê Tengava Hurmizê de ti danûstandinek li gel Amerîkayê kiribin.
Herçend Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje danûstandinên li gel Îranê bi awayekî baş birêve diçin jî, îro 01.04.2026ê Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Nîkzad ew yek red kir ku danûstandin li gel Amerîkayê hatibin kirin û ragehand: '’Daxuyaniyên dijmin ên ku qaşo Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf mijûlê danûstandinan e ne raste û ew yek bê bingehe û ji bo pêşxistina fitneyê ye.’’
Nîkzad got: '’Tengava Hurmizê nayê vekirin û ti danûstandinek jî vê derbarê de me nekiriye û em nakin.’’
Basnews
