• Sunday, 08 February 2026
logo

HDPê hevşaredara xwe ya Bazîdê ji kar dûrxist

HDPê hevşaredara xwe ya Bazîdê ji kar dûrxist
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî gazind û giliyên xelkê Hevşaredara Bazidê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê Yildiz Acar ji kar dûrxist.

Berdevkên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya HDPê li Agirî Hediye Karaaslan û Salim Kaplan derbarê dûrxistina Hevşaredara Bazidê Yildiz Acar daxuyaniyeke nivîskî belavkirin û têde diyar kirin ku ti têkiliya wan bi Acar re nemaye.

Hediye Karaaslan û Salim Kaplan di daxuyaniya xwe de dibêjin ku xelkê navçeya Bazîdê gelek gilî û gazin ji Yildiz Acar hebûne.

Herwiha li gor daxuyaniyê Acar li gorî hişmendiya HDPê tevnagere, li dijî rêgez û esasên wan ên polîtîk helwesta xwe nîşan daye, lewma wan jî jî biryara durxistina wê daye.

Karaaslan û Kaplan dibêjin: “Hevşaredar Acar ji îro şûnde ti peywendiya wê ya siyasî û rêxistinî bi me re nemaye ji bo were îxrackirin bo dîsîplînê hatiye şandin.”

Rudaw
Top