HDPê hevşaredara xwe ya Bazîdê ji kar dûrxist
Berdevkên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya HDPê li Agirî Hediye Karaaslan û Salim Kaplan derbarê dûrxistina Hevşaredara Bazidê Yildiz Acar daxuyaniyeke nivîskî belavkirin û têde diyar kirin ku ti têkiliya wan bi Acar re nemaye.
Hediye Karaaslan û Salim Kaplan di daxuyaniya xwe de dibêjin ku xelkê navçeya Bazîdê gelek gilî û gazin ji Yildiz Acar hebûne.
Herwiha li gor daxuyaniyê Acar li gorî hişmendiya HDPê tevnagere, li dijî rêgez û esasên wan ên polîtîk helwesta xwe nîşan daye, lewma wan jî jî biryara durxistina wê daye.
Karaaslan û Kaplan dibêjin: “Hevşaredar Acar ji îro şûnde ti peywendiya wê ya siyasî û rêxistinî bi me re nemaye ji bo were îxrackirin bo dîsîplînê hatiye şandin.”
Rudaw
