Alîkariyên mirovî tenê di deriyekî bi Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin
Piştî ku Rûsya û Çînê berî çend rojan projeya Almanî û Belçîkî ya nûkirina mekanîzmaya derbaskirin alîkariyên Netewên Yekgirtî bo Sûriyê di 2 deriyên sînorî re veto kiribû. Careke din Almanya û Belçîka projebiryareke nû pêşkêşî Encûmena Asayişê kir, ku alîkarî tenê di deriyekî re derbas bibin.
Di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de, 12 welatan dengê belê dan, lê Rûsya, Çîn û Komara Dominicana deng nedan.
Bi vî awayî dê alîkariyên mirovî tenê di deriyê Bab El Hewa yê bi Tirkiyê re û ji bo heyama salekê derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bibin.
Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibûn û 4 milyon Sûrî sûdê ji werdigirin. 2 derî bi Tirkiyê re, deriyek bi Urdinê û deriyek bi Iraqê re ye.
Lê di nûkirina wê biryarê ya 10 Çileya 2020an de, gihandina alîkariyên mirovî tenê di du deriyên bi Tirkiyê re ji bo 6 mehên dirêj kiribû û di deriyên bi Iraq û Urdinê re rawestandibû. Vê carê jî derbaskirina alîkariyan tenê di deriyekê re hat qebûlkirin.
Li gor nûkirina biryarê ya 10 Çileya 2020an jî, derbaskirina alîkariyên mirovî di deriyê sînorî Til Koçer a di navbera Rojavayê Kurdistanê û Iraqê de hat rawestandin û bi vî awayî jî bandoreke nerênî li ser Rojavayê Kurdistanê dirust bûye.
K24
