• Sunday, 08 February 2026
logo

Operasyonên Tirkiyê ziyaneke mezin gihandiye xelkê sivîl

Operasyonên Tirkiyê ziyaneke mezin gihandiye xelkê sivîl
Operasyonên Tirkiyê ziyan gihandiye mal û milkên xelkê û gundekî din jî li Zaxo ji ber bombebarên Tirkiyê hat valakirin.

Du top bi xaniyê hemwelatiyê bi navê Mîrza Omer ketin ku ziyanên wî xanî bi qasî 15 hezar dolaran e. Mîrza Omer du hevjîn hene û bavê 15 zarokan e û 4 zeviyên çandî û bîstan hebûn û tenê karî 200 serî bizinên xwe xilas bike û xwe gihande gundê Bankê.

Mîrza Omer Ebas dibêje, “Du top bi xaniyê min ketin. Min tenê karî bizinên xwe xilas bikim. Em hatine gundê Bankê. Em jî nizanin em dê çi bikin.”

Gundê Evlehê dikeve nahiya Batîfa li rojhilatê Zaxo, 5 kesan karê şivaniyê tê de dikirin, lê niha ew gund vala bûye û ji ber metirsiya şer, çûn û hatina bo nav gund bi yekcarî hatiye qedexekirin.

Bîladî Salih, muxtarê gundê Evlehê dibêje, “200 cotkar li ser gundî ne, lê sibehê diçûn û êvarî vedigeriyan li Zaxo dijiyan, lê ji ber ku nêzikî Zaxo ye, xelk kêm di gund de dimînin.”

Li gundê Xîzava di malekê de 3 malbat dijîn ku 2 ji wan awareyên gundê Evlehê ne.

Feyroz Mihemmed, xelka gundê Evlehê, “Mala me hemû bû sacme, min biçûkên xwe kirin mile xwe û ji malê derketim. 2 kurên min jî ji malê derketibûn û ji malê dûr bûn, çûbûn alif bidin terş û kewalê, min hawar kirk u herdu kurên min hatin kuştin, careke din me mala xwe berde û em bûne aware.”

Piştî ku 5 xalên pasewanên sînor ên Iraqê li nahiyeyên Batîfa û Derkarê hatin bicihkirin, hêzeke Tirkiyê jî bi rêya firokeyan li çiyayê Şaxole bicih bûne ku her du hêz 5 kîlometre û 500 metre nêzikî hev bûne.

Roja 15.06.2020, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê operasyoneke asmanî bi navê ‘Çengê Baz’ bo ser pêgehên gerîlayên PKKê li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin û 2 roj piştî wê êrişa asmanî jî serbazên Tirkiyê li devera Heftenînê li nav xaka Başûrê Kurdistanê dest bi êriş û operasyona bejahî kirin ku heta niha berdewam e.

Rudaw
Top