Karmendek dî yê Tenduristîya Germîyanê bi sedema Koronayê canê xwe ji dest da
Di daxuyanîyekê de, Dr. Sîrawan Mehemed, rêveberê giştî yê Tenduristîya Germîyan ragehand, Erkan Mehemed Mewlûd karmendê rêveberîya me bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest da.
Got jî: Erkan Mehemed karmendekê dilsozê mandînenasê navenda gurçîleyê û tîma berengarbûna Koronayê bû, di karê xwe de tûşî Koronayê bû û berî niha bi demeke kurt canê xwe ji dest da.
Evro ev dûyem karmendê Tenduristîya Germîyane ku bi sedema Koronayê ve, canê xwe ji dest da û demekê berî niha jî, her êvarîya evero jî Dr. Sîrawan Mehemed, rêvebrê giştî yê Tenduristîya Germîyan ragehandibû ku Dr. Ûmer Hebîb,pizîşkekê ser bi rêveberîya wan bi sedema nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest daye.
Heya niha li germyan hejmara miryan bi sedema Koronayê li Germîyan gehiştîye 35 kesan.
