Mesrûr Barzanî û Cîgira Serokwezîrê Holandayê pêywendiyên dualî û pêşketinên dawî gotûbêj kirin
Îro êvarê 31.03.2026, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di pêywendiyeke telefonî de li gel Dîlan Yêşîl Goz, Cîgira Serokwezîr û Wezîra Berevaniya Holandayê, di derbarê pêşxistina pêywendiyên dualî û pêşhatên dawî û pêşketinên Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê de gotûbêj kirin.
Herdu aliyan êrîşên li ser Herêma Kurdistan û Pêşmergeyan şermezar kirin û fikarên xwe yên kûr li hember alozî û şer û nakokiyên navçeyê anîn ziman.
Cîgira Serokwezîr û Wezîra Berevaniya Holandayê çaksaziyên wezareta pêşmerge bilind nirxand û piştevaniya welatê xwe bo hêzên pêşmerge tekez kir. Bi taybetî ji bo rûbirûbûna li hember terorê û gefên terorîstên DAIŞê.
Serokê Hikûmetê girîngiya pêşxistina têkiliyên dualî tekez kir û spasiya xwe ji bo piştgirî û hemahengiya berdewam a di navbera Holanda û Herêma Kurdistanê de di warê ewlehî û pêşkeftina aborî de anî ziman.
Basnews
